‘Ji bo parastina nirxên Şoreşa Rojava dê al û wêne bên rakirin’

Li ser mijara rakirina al û wêneyên şehîdên Şoreşa Rojava Desteya Şaredariyên Herêma Cizîrê diyar kirin ku, li hemû deran al û wêne hatibûn danîn, li ber rokê dişewitîn û diqetiyan, emê wan bi şêweyek sazûman û li cihên guncaw danin. Rayedarên TEV-DEM’ê jî diyar kirin ku tu eleqeyên aliyên siyasî bi biryarê re tuneye, ev kar û biryar ê Desteya Şaredariyan e.

‘Ji bo parastina nirxên Şoreşa Rojava dê al û wêne bên rakirin’
2 tîrmeh, 2018   10:35

QAMIŞLO

Ev demeke, hinek kesên ku dixwazin tevlîheviyekî di nava gelê Bakurê Suriye yê û Rojavayê Kurdistanê de derxin, axaftin û nûçeyên  wekî “Di encama runiştina Rêveberiya Xweser û Rejîma Suriye yê de alên hêzên YPG/YPJ û wêneyên şehîdên Şoreşa Rojava hatine rakirin” belav dikin. Li ser mijarê şevê din Desteya Şaredariyên Demokratîk ên Herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Em jî wek Ajansa ANHA ji bo baştir şîrovekirina mijarê, bi Desteya Şaredariyan û rayedarên TEV-DEM’ê re hevdîtin pêkanîn.

‘Em ê li cihên guncaw bi rêkupêkî dayînin’

Li ser mijarê Hevserokê Desteya Şaredariyan ê Herêma Cizîrê Cozef Lehdo ji me re axivî. Lehdo diyar kir ku ev îdayên di nava gel de hatîn belavkirin tu eleqeya xwe bi rastiyê ve tine ne û wiha got; “Ji beriya 7 mehan nîqaşên rakirin û nûkirina al û wêneyên şehîdên Bakurê Suriye yê tên kirin. Ev tişt parastina nirxên Şoreşê û gelê me, ev biryar hat dayîn. Heman demê de danîna al û wêneyên şehîdan bi rêk û pêkî hatiye girtin. Gelek caran ji aliyê herkesî ve al û wêneyên me li cihên ne paqij û ne destdayî al û wêne dihatin danîn. Li ber tavê dişewitîn, diqetiyan an jî dibûn toz. Ji bo baş parastin û rêkûpêkiya nirxên gelên me ev biryar hat dayîn.”

‘Bila gel guh nede van gotinên ne rast’

Lehdo destnîşan kir ku tu eleqeyê biryarên aliyên siyasî li ser vê biryara wan tuneye û wiha axivî; “Ev nûçeyên derdikevin ji bo reşkirin û avakirina tevlîheviyan in. Bila gelê me gûhê xwe nede van axaftinên ne rast.”

Heman demê de Saziya Reklamê ya Rojava dê li ser sazûmankirin û bicihkirina al û wêneyan li cihên guncaw dê karbike.

‘Tu hevdîtinên me bi Rejîmê re çênebûne’

Li ser heman mijarê rayedarên TEV-DEM’ê agahî dan ajansa me. TEV-DEM’ê diyar kir ku tu hevdîtin di navbera wan û Rejîmê de çênebûne, eger hevdîtin çêbibin ew dê bi gel re parvebikin. Rayedaran gotin ku piştî daxuyaniya Rejîma Suriye yê ji bo vekirina deriyên nîqaşan tu hevdîtin nehatiye çêkirin û heta telefotne jî nehatiye vekirin.  TEV-DEM’ê destnîşan kir ku  tu eleqeyê wan bi biryara rakirin û rêkûpêkirina al û wêneyan tune ye, ew biryar û karê Desteya Şaredariyan e.  

ANHA