Ji KPC`ê ji bo cotkaran bang

KPC’ê bang li cotkaran kir ku berhemên xwe yên genim radestî navendan bikin.

Ji KPC`ê ji bo cotkaran bang
2 tîrmeh, 2018   10:20

QAMIŞLO

Rêveberiya Pêşxistina Civaka Çandiniyê (KPC) ya Rojava-Bakurê Sûriyeyê der barê kirîna genim de ji bo cotkaran daxuyaniyek da. KPC’ê xwest ku beriya wextê wê derbas bibe cotkar berhemên xwe radestî navendên wan ên li Rojava-Bakurê Sûriyeyê bikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:                     

"KPC bang li cotkarên herêma Cizîrê, Firat, bajarê Minbicê, Reqa û gundewarên wê dike ku dema kirîna berhemên genim hatiye. Di nava çend rojan de wê navendên me kirîna berhemên genim rawestînin. Ji ber vê yekê em bang li cotkaran dikin ku beriya navendên me werin girtin, berhemên xwe yên genim radestî navendên me bikin."

(bx/ew)

ANHA