TEV-DEM’ê li Girkê Legê  civînek li dar xist

Bi dehan şêniyên herêma Girkê Legê tev li civîna ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk ve hate amadekirin, bûn.

TEV-DEM’ê li Girkê Legê  civînek li dar xist
2 tîrmeh, 2018   09:26

QAMIŞLO

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan hate lidarxistin û bi dehan kes ji Girkê Legê û nûnerên saziyên sivîl jî tev lê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Azad Mihyedîn li ser rewşa ku herêm tê re derbas dibe û bi taybet herêmên Bakurê Sûriyeyê axivî.

Mihyedîn da zanîn ku êrîşên li ser herêma Rojava û Bakurê Sûriyeyê dibe ji aliyê dewleta tirk ve bên domandin û da diyar kir ku gelê kurd û tevgera azadiyê di gelek êrîşên wiha re derbas bûye.

Mihyedîn got ku gerek hemû pêkhateyên Sûriyeyê di destûra Sûriyeyê de beşdar bibin û da zanîn ku pêngavên li Bakurê Sûriyeyê di salên dawîn de hatin hatin avêtin, bûn bersiva gefan.

Piştre deriyê dan û standinê li ber beşdaran hate vekirin.

(cu/ew)

ANHA