Hêzên rêjîmê bajarokê Tefes ê Deraayê topbaran kir

Bajarokê Tefesê bakurê herêma Deraayê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve tê topbarankirin.

Hêzên rêjîmê bajarokê Tefes ê Deraayê topbaran kir
2 tîrmeh, 2018   09:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku hêzên rêjîma Sûriyeyê ji serê sibehê ve bajarokê Tefes ê dikeve bakurê bajarê Deraayê bi topan bombebaran dike.

Navendê da zanîn ku 132 sivîlan ji ber şerê di navbera hêzên rêjîm û komên çete de derketiye di 24 saetên borî de jiyana xwe ji dest da ku di nav de 25 zarok û 32 jin jî hene.

Rêveberê navendê Ramî Ebdurehman da zanîn ku lihevhatinek li bajarê Bûsre El-Şam ê rojhilatê Deraayê hatiye kirin û wekî ku tê zanîn dê komên çete çekên xwe yên giran û yên navîn radest bikin. 

Tê zanîn ku hêzên rêjîmê piştî dan û standina di navbera hêzên rêjîm û Rûsyayê de di 19`ê Hezîranê de dest bi operasyoneke leşkerî kir û berê xwe da Deraa hetanî bigihîje sînorê Urdinê û derbasî gelek bajaran bû.