‘Erdogan dê di xewna sultaniyetê de bifetise’

Serkeftina Erdogan di hilbijartinên Tirkiyeyê de bi astengiyên hundirîn, herêmî û navneteweyî yên mezin rû bi rû dihêle. Erdogan divê rêya xwe biguherîne yan jî dê di xewna xwe ya sultaniyetê de bifetise. Nemaze piştî ku encamên lawaz wergirtin ku guman dikirin piraniya dengan wergire. Li pêşiya wî tenê derbeyeke dawîn maye da ku projeya xwe ya îslamkirina Tirkiyeyê biçespîne û laîkiyê hilweşîne.

‘Erdogan dê di xewna sultaniyetê de bifetise’
2 tîrmeh, 2018   09:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî serkeftina serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên Tirkiyeyê de gelek analîz der barê pêşeroja Tirkiyeyê de derketin, nemaze Erdogan wekî dixwast nikaribû encaman ji hilbijartinan wergire, tevî ferzkirina rewşa awarte û astengkirina opozîsyonê û girtina rojnamevanan.

Nivîskar Mamûn Fendî di nivîseke xwe de ku di rojnameya El- Şerq El-Ewsat de hatiye weşandin pêşeroja serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku bi qasî ji sedî 52 di hilbijartina de bi ser ket, dipirse ku êdî civak hatiye parçekirin. Her wiha paşeroja Erdogan li rex sîstema nû ku serokê Tirkiyeyê vediguhere sultanekî osmaniyan bi serweriya bêsînor.

Gelo ev çespandinek ji serokatiya wî re ye, yan vekirina derî ber bi derxistina wî bi darê zorê ye beriya ku dema serokatiya wî bi dawî bibe? Gelo serokê Tirkiyeyê dikare mînaka Vladimir Putîn a Rûsyayê wergire û li rex encamên wê ambargoya Ewropayê, yan Erdogan dê hevbendiya desthilatdariya xwe berfireh bike û dijberên xwe jî beşdarî desthilatdariyê bike û bibe serokê hemû welatiyên Tirkiyeyê wekî ku di axaftina xwe ya piştî serkeftinê de gotiye? Yan tişta ku em dibînin destpêka dawiya desthilatdariya îslamiyan li Tirkiyeyê ye? Hilbijartinên serokatiya Tirkiyeyê gelek pirsan pêşkêş dike û tu bersiv der barê aramiya vî welatî de nayên peydakirin û di çi hejandinekê de encamên wê yên herêmî û dibe ku navneteweyî yên girîng derkevin.

Nivîskar di destpêkê de wiha dibersivîne; pirsgirêka Erdogan diyar e di asta yekemîn de hundirîn e. Rêjeya ku Erdogan pê bi serketiye ji sedî 53 derbas nekir. Tevî ku bêtirî ji sedî 80 ji welatiyên Tirkiyeyê beşdarî hilbijartinê bûne. Ev tê çi wateyê? Ev yek diyar dike ku em li hemberî civakeke zindî û di aliyê siyasî de çalak e û dozen heyî cemawer tev gerandin. Metirsiya li ser sîstema komarê ya li Tirkiyeyê rasteqîn e. Rast e ku welatiyên Tirkiyeyê di sala 2017'an de dengdayîna veguhertinên destûrî kirin, lê di her du rewşan de dengdayîn xwe di atmosfereke ne demokratîk de di bin nîrê rewşa taybet de û astengkirina çapemeniyê de pêk anîn.

Nivîskar destnîşan dike ku rêzikbûyîna Tirkiyeyê di dawiya lîsteya azadiya çapemeniyê de hatiye bicihkirin (li gorî rapora Nûçegihanên Sînornenas a sala 2018'an) ku cihê xwe di rêza 157'an de girt. Ango rêjîma Tirkiyeyê derfetê nade opozîsyonê û bi temamî diyardeyên rikberiyê li ser ekranên televîzyonên fermî û yên taybet ku Erdogan fînanseya wan dike, qedexe dike. Tevî van hemû kiryaran ji sedî 47 ji dengên gelê Tirkiyeyê dijberiya Erdogan û daxwazbilindiyên wî yên sultaniyetê dikin. Ev rêje ne hindik e. Eger rewş aram û derveyî rewşa awarte be û azadiya nêrîn û çapemeniyê hebûya dibe ku serkeftin a opozîsyonê bûya.

Fendî piştrast dike ku ji ber van hemû mijaran Erdogan bi dijberiyên hundirîn, herêmî û navneteweyî re rû bi rû dimîne, eger bixwaze were qebûlkirin û rewa bibe divê serê xwe ji vê şepalê re bitewîne, bi taybet di asta navneteweyî de. Lê eger serê xwe hişk bike û binpêkirina azadiyan berdewam bike û destwerdana dewletên cîran wekî Sûriye û Iraqê bike, nemaze destwerdana wê ya di aloziya dewletên Kendavê de û hewldana zexta li ser Ewropayê bi rêya siyaseta vekirina derî li pêşiya koçberiyê, dibe ku xwe di aliyê navneteweyî de sînordar bibîne. Alîgiriya wî tenê di nava îslamiyan de li Tirkiyeyê û li herêmê dimîne, ez bawer nakim ku ev alîgirî ji wî re bibe alîkar lê dê li ser milên wî bibe barekî giran.

Nivîskar di dawiya nivîsa xwe de du vebijêrkan pêşkêşî serokê Tirkiyeyê Erdogan dike; "Divê Erdogan rêya xwe biguherîne û serdemeke nû di dîroka Tirkiyeyê de li rex sîstema serokatiyê ya nû bide destpêkirin, yan jî dê di xewna xwe ya sultaniyetê de bifetise. Di encamê de welatiyên Tirkiyeyê dê wî bi darê zorê ji desthilatdariyê biavêjin".

Dr. Salim El-Hemîd jî di analîzeke xwe de ku di rojnameya El-Ereb de hatiye weşandin behsa qonaxa nû ya piştî serkeftina Erdogan dike û wiha dibêje: "Diyar e Tirkiye di van salên pêş de dê kesayeta laîk ku Mustefa Kemal Ataturk ava kiriye, winda bike. Nemaze ji ber ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya van hilbijartinên dawîn hebûna xwe di desthilatdariyê de ji bo 5 salên din rewa kir û dixwaze mohra xwe li civaka Tirkiyeyê û sîstema desthilatdariyê bide."

Ji ber ku piraniyeke mezin a dengan wernegirtiye, guman e serdema serokatiya wî ya dawî bi tevliheviyê derbas bibe û dibe ku bandorê li biryarên wî bike û dibe ku ji ber tedbîrên wî yên zagonsazî welatiyên Tirkiyeyê bêtir bi hêrs bike.

Dr. El-Hemîd di nivîsa xwe de wiha aşkera dike: "Erdogan bi israr xwest sîstema desthilatdariyê li Tirkiyeyê biguherîne û serweriya xwe berfireh bike û di encamê de nakokiyên wî yên giran bi pisporên siyasî yên Tirkiyeyê re derketin, nemaze dixwest vê sîstemê li gorî xwe bihûne. Piştî serkeftina wî di hilbijartinên dawî de careke din bi bîranî ku dê ji sîstema serokatiyê sûd werbigire û rûyê Tirkiyeyê biguherîne."

Dr. El-Hemîd hevrûkirinekê di navbera serdema beriya hatina Erdogan û serdema nû li Tirkiyeyê de çêdike û diyar dike ku ew ber bi sîstemeke bêtir dogmatîk ve diçe. Erdogan ne tenê ji bo xwe vê sîstemê ava dike, lê belê hewl dide sîstemekê ava bike û têde hegomonya îslamiyan serwer be da ku karibe civaka Tirkiyeyê biguherîne û bi biryarên serokîslam bike.

Nivîskar diyar dike ku di encmên hilbijartinên dawî de Erdogan guman dikir piraniya mezin a dengan werbigire, lê encam li hemberî Erdogan tevî ku bi ser ketiye derbeyek bû û hejmareke mezin ji dengên hilbijêrên Tirkiyeyê winda kirin. Niha li pêşiya wî tenê derfetek heye da ku projeya xwe ya îslamîkirina Tirkiyeyê biçespîne û piştî wî dê şagirtên wî yên îslamiya siyasî werin û dê heman siyaseta Erdogan bidin domandin.

Dr. El-Hemîd nivîsa xwe wiha bi dawî kir: "Niha 5 salên din ji desthilatdariya şepêla Erdogan a Îxwanî li pêşiya civaka Tirkiyeyê ne, lê tu carî weke dema borî nabe. Erdogan vê carê xwe jêre baş amade kiriye, lê belê amadekariya wî di çarçoveya serdema nû de ye û dibe ku xebatên dawî yên hilweşandina laîktiya Tirkiyeyê be. Ji ber vê yekê guman e ziyan mezin û kambax bin eger Erdogan gurzeke guhertinên qanûnî  pêk bîne û bingeha civaka Tiriyeyê armanc bike."

Rast e pêdiviya aboriyê bi aramiya siyasî û rûniştandina desthilatdariyê heye, lê atmosfera hilbijartinên dawîn nîşana serdemeke tarî û paşveçûna siyasî ye.