Wezîrê Karê Hindir yê Almanyayê ji ber dosyaya koçberiyê îstîfa kir

Wezîrê Karên Hindir yê Almanyayê Horst Seehofer ji ber nakokiya bi hikumetê re ya der barê dosyaya koçberan de, îstîfa kir.

Wezîrê Karê Hindir yê Almanyayê ji ber dosyaya koçberiyê îstîfa kir
2 tîrmeh, 2018   08:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan duh ragihand ku Horst Seehofer ji rêveberên partiya xwe re li bajarê Munchen got ku wî mijar bi serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re nîqaş kiriye, lê tu encam jê negirtiyeî lewma jî îstîfa kiriye.

Rêveberên Ewropayê roja Înê li hev kir ku ji bo kêmkirina koçberiya ber bi Yekitiya Ewopayê ve hin biryaran bidin û pêkanînan bixin meriyetê.