Têkoşer Zîlan li Şamê hate bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Zorava ya paytexta Sûriyeyê Şamê têkoşera kurd Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anî.

Têkoşer Zîlan li Şamê hate bibîranîn
2 tîrmeh, 2018   08:17

 ŞAM

Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya salvegera şehadeta têkoşera kurd Zeyneb Kinacî (Zîlan) merasîmek li taxa Zorava ya paytexta Sûriyeyê Şamê bi bîr anî. Bi dehan şêniyên taxê û endamên saziyên civakî beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê TEV-DEM û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftinek hate kirin. Di axaftinan de hate gotin ku şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayî ku di 30'ê Hezîrana sala 1996'an de pêk anî, qedera Kurdistanê da guhertin û komploya li dijî îradeya azad ku li di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat, pûç kir.

Di civînê de her wiha rewşa siyasî ya li herêmê û geşedanên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tên, hatin raberkirin û hate destnîşankirin ku şêniyên Efrînê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran didomînin û çalakiyên YPG/YPJ'ê yên li dijî dagirkeran û çeteyên wan jî hatin bibîrxistin.

Di dawiyê de jî beşdaran diyar kir ku dê heta dawiyê şopdarên rêya xeta şehîdan û parastina nirxên wan bin. Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

ANHA