Endamên Konferansê: Divê em ji şaştiyên xwe sûdê werbigirin

Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê, rêzecivînên xwe yên şîrovekirina biryarên konferansê didomîne.

Endamên Konferansê: Divê em ji şaştiyên xwe sûdê werbigirin
1 tîrmeh, 2018   20:01

ŞEHBA

Civîn bi tevlîbûna bi sedan şêniyên gundên Hesacek, Xirnata û Werdiyê yên navçeya Fafîn a kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Di civînê de, encamnameya Konferansê hate xwendin û bendên wê hatin şîrovekirin.

Paşê axaftin ji aliyê endamên konferasnê ve hatin kirin. Hate gotin ku gelên Rojhilata Navîn di rewşeke şerê cîhanê yê sêyemîn ku bi rêbazê şerê sar tê meşadin, jiyan dike, hêzên ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo kiribûn heman hêzên ku destê wan di êrîşên li ser Efrînê de ne, hate destnîşankirin ku bêdengiya li hemeberî zêdegaviyên Tirkiyê nîşaneya vê komployê ye.

Endamên Konferansê, her wiha nîqaşên ku di konferansê de hatin kirin bi bîrxistin û berxwedana qehremanî ya gelê Efrînê ya li hemberî êrîşên herî hovane destnîşan kirin.

Her wiha kêmasiyên ku beriya êrîşên hêzên dagirker derketine hatin vegotin, hate destnîşankirin ku pêwîstî bû li hemberî êrîşên dijwar ên bi balafirên  tedbîrên xurt hatibana girtin û gotin, "Divê em jî kêmasî û şaştiyên xwe yên berê sûdê werbigirin da ku di pêngava rizgarkirinê de dûbare ne be.î

Di dawiya civînê de nêrîn û pêşniyarên şêniyan hatin guhdarkirin.

ANHA