Geşedanên dawî ji gelê Helebê re hat nirxandin

TEV-DEM'ê bi civînekê geşedanên siyasî bi taybet rewşa Efrînê ji şêniyên taxa Şêxmqsûd re şîrove kir.

Geşedanên dawî ji gelê Helebê re hat nirxandin
Geşedanên dawî ji gelê Helebê re hat nirxandin
Geşedanên dawî ji gelê Helebê re hat nirxandin
Geşedanên dawî ji gelê Helebê re hat nirxandin
1 tîrmeh, 2018   19:32

HELEB

Civîn li hola Şêxmeqsûd a herêma El-Şiqeyf a Helebê  bi beşdarbûna bi sedan şêniyên taxê hat li darxistin. Hola civînê bi pankartên têkoşeran hatibû xemlandin.

Piştî rêzgirtinê, geşedanên dawî ji aliyê rêveberên TEV-DEM'ê yên bajarê Helebê Medya Mihemed û Mihemed Şêxo ve hate şîrovekirin.

Di nirxandinan de, bal hat kişandin li ser komployên li diji pêkhateyên Sûriyê û binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê, hate gotin ku dagirkeriya Tirkiyê bi armanca qirkirinê Efrînê dagirk kirine.

Her wiha hat gotin ku bi berxwedaniya gelan û girêdana wan a bi ax û nasnameya xwe ve wê armancên komplogeran neghêjin serî.

Civîn bi nîqaşên beşdaran derbarê pêvajoyê de û rexneyên wan û bi bersîva pirsan bi dawî bû. Şêniyan tekez kirin ku ew piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê berdewam bikin û gotin ku ew ê li hember hemû êrîşan li ser herêmên Bakurê Sûriyê bisekinin.

(şx)

ANHA