Desteya Şaredariyan sedema rakirina wêne û rêklaman diyar dike

Desteya Şaredariyan û Hawirdorê ya Kantona Cizîrê  bi daxuyaniyekê avakirina Saziya Roj a rakirina rêklam û propgendayan ragihand.

Desteya Şaredariyan sedema rakirina wêne û rêklaman diyar dike
1 tîrmeh, 2018   21:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Desteya Şaredariyan û Hawirdorê wiha ye;

"Bi armanca parastina xweşikbûna bajêr û rakirina wêneyên rêklamên ku bi awayek ne bi rêkûpêk li riyan hatine daliqandin me saziya Roj ya Rêklamê ava kir. Erka saziyê bi rêkûpêk kirina rêklaman û dalqandina wan di cihên diyar de li gorî pergalên saziyê.

Her wiha em ji gelê xwe tekez dikin ku  ragihandina reş a ku derewan li ser rakirina pankartên şehîdên Bakurê Sûriyê  û sembolên şoreşekê dikin û dibêjin bi biryarek siyasî pêk hatiye, îdîayên ne di cih de ne û ji rastiyê dûr in. Em li hemberî hemû  şehîdên xwe yên pîroz rêzdar in,  ji ber ku pêşengên me ne.

Li ser wê em bang li gelê xwe dikin da ku bi yek rêzî li ber raghandina reş a ku dixwaze tevlihveiyê derxîne bisekinin. Wekî Desteya Rêveberên Herêmî û Hawirdorê armanca me xweşikbûna hawirdorê ye û rakirina hemû cuyreyên rêklamê li ser riyane, bi vê yekê re em merheleyek nû  ya ragihandinê bidin destpêkirin."

(şx)

ANHA