Akademiya Civaka Demokratîk li Hesekê hate vekirin

Li bajarê Hesekê şaxê Akademiya Civaka Demokratîk bi navê "Akademiya Şehîd Rûken" hate vekirin.

Akademiya Civaka Demokratîk li Hesekê hate vekirin
Akademiya Civaka Demokratîk li Hesekê hate vekirin
Akademiya Civaka Demokratîk li Hesekê hate vekirin
Akademiya Civaka Demokratîk li Hesekê hate vekirin
Akademiya Civaka Demokratîk li Hesekê hate vekirin
Akademiya Civaka Demokratîk li Hesekê hate vekirin
Akademiya Civaka Demokratîk li Hesekê hate vekirin
1 tîrmeh, 2018   18:55

HESEKÊ

Akademiya Civaka Demokratîk şaxekî xwe li bajarê Hesekê bi navê "Akademiya Şehîd Rûken" bi merasîmekê vekir.

Bi dehan şêniyên taxê, endmaên akademiyê û rewşebîr di merasîmê de amade bûn.

Di merasîmê de,  Hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso vekirina akademiyê li gelê Hesekê pîroz kir û bang li wan kir ku beşdarî dewreyên perwerdeyê yên akademiyê bibin. Ebdulxemî Oso got, "Perwerde bingeha civaka rêxistinkirî ye."

Rêvebera Kongreya Star a bajarê Hesekê jî axivî û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê di civakê de û daxwaz li jinan kir ku asta perwerdeyê mezin bikin û civakeke exlaq û polîtîk ava bikin.

Hevserokê Akademiyên Civaka Demokratîk ê herêma Cizîrê Ezîz Elî got ku akademî bi armnca perwerdekirina civakê hatine vekir û wateya rast a civaka pêşketî dide nîaşndan.

Deriyê akademiyê ji aliyê hevjîna têkoşer Wehîd Xelîl ve hate vekirin.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê li gel stranên gelerî bi dawî bû.

Şervana YPJ'ê Rûken Ebdulxenî Oso (Rûken Mêrxas) ku akademî bi navê wî hatiye vekirin, di 13'ê Tîrmeha 2016'an di pêngava Rizgarkirna Minbicê de şehîd bû.

(bb)

ANHA