PAJK: Çalakiya rêheval Zîlan serhildana jinên bi rûmet e

Koordînasyona PAJK’ê di salvegera 22’emîn a çalakiya Zeynep Kinaci (Zîlan) de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku çalakiya 30'ê Hezîranê serhildana jinên bi rûmet e.

PAJK: Çalakiya rêheval Zîlan serhildana jinên bi rûmet e
1 tîrmeh, 2018   18:39

NAVENDA NÛÇEAYN

Koordînasyona PAJK’ê got ku, “Em çalakiya rêheval Zîlan pîroz dikin û di şexsê Zîlanê de em hemû rêhevalên şehîd bi bîr tînin. Îro li ser Rêbertiya me tecrîdeke mezin heye û divê em wekî Zîlanê bersivê bidin vê tecrîdê. Dema ku li ser gelê me, partiya me û Rêbertiya me êrîşên mezin hebû; rêheval Zîlan bi çalakiya xwe bersiveke tund daye van êrîşan. Çalakiya 30’ê Hezîranê serhildana jinên bi rûmet e. Rêbertiya me digot, “Zîlan kanûna hezkirinê ye” û ew wekî pîvana meşa azadiyê diyar kiriye.

Rêheval Zîlan bi jiyan û çalakiya xwe nîşanî me daye ku tu tişt ji azadiyê ne bi rûmettir e. Li ser vî esasî Zîlan di Têkoşîna Azadiyê ya Jinan a Kurdistanê de destpêka pêngaveke nû ye. Bi Zîlanê re jina Kurd bûye fermandar. Rêber Apo piştî çalakiya rêheval Zîlan gotibû, “Zîlan fermandara min e” û pêşengiya jinan a têkoşînê teqeztir kiriye.

Em bang li hemû gel û jinan dikin ku, vê têkoşîna azadiyê geştir bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku li ser xeta rêheval Zîlan bibin yek û têkoşînê geştir bikin.”