Xaka Şedadê du cangoriyên xwe hembêz kir

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Ehmed Edulmecîd û cenazeya şervanê QSD'ê Selman El-Mihemed li goristana şehîdan a navçeyê spartin axê

Xaka Şedadê du cangoriyên xwe hembêz kir
1 tîrmeh, 2018   14:16

HESEKÊ

Girseya gel cenazeyên Selman El-Mihemed û Ehmed Edulmecîd yên ku di dema erka xwe radibûn de şehîd bibûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û bi kerwanek wesayîtan ber bi goristana şehîdan a navçeya Şedadê ve bi rê ketin.

Piştî turana leşkerî ya endamên Hêzên Asayîşê li ser navê QSD'ê fermendar Amir El-zewbei axivî û sersaxî ji malbat her du şehîdan xwest.

El-zewbei axaftina xwe de got ku weke QSD'ê dê hemî herêmên ku çeteyen bi armanca talankirinê dagirkiribûn rizgar bikin û armancên şehîdan bighînin serî.

Ji aliyê xwe ve endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Seher El-Ehmed di axaftina xwe de diyar kir ku şehîd misogeriya yekîtiya gelan e û şehîd bi xwîna xwe riya azadiyê nîşanî gel dane.

Her wiha fermendarê Hêzên Asayîşê Xelîl Şedadê got ku, şehîdan bi fedekariya xwe rêgezên Netewe damokrat, jiyana hevbeş pêk anîne û soza şopandina riya şehîdan dubare kir.

Piştre wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Li dawiya merasîmê girseya gel cenazeyên her du şehîdan di nav tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA