‘Bi rihê Zîlan, Avesta û Barînan em ê Efrînê rizgar bikin‘

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê, bi dirûşmeya "Jin ji bo Efrînê serî hildin" daketin qadan.

 ‘Bi rihê Zîlan, Avesta û Barînan em ê Efrînê rizgar bikin‘
 ‘Bi rihê Zîlan, Avesta û Barînan em ê Efrînê rizgar bikin‘
 ‘Bi rihê Zîlan, Avesta û Barînan em ê Efrînê rizgar bikin‘
 ‘Bi rihê Zîlan, Avesta û Barînan em ê Efrînê rizgar bikin‘
 ‘Bi rihê Zîlan, Avesta û Barînan em ê Efrînê rizgar bikin‘
 ‘Bi rihê Zîlan, Avesta û Barînan em ê Efrînê rizgar bikin‘
 ‘Bi rihê Zîlan, Avesta û Barînan em ê Efrînê rizgar bikin‘
30 hezîran, 2018   16:53

ŞEHBA

Meşa pêkhateyên Efrîn û Şehbayê ji Kurd, Ereb û Suryan bi pêşengtiya Kongreya Star her wiha ji bo bîranîna têkoşer Zeyeb Kinaci (Zîlan) di salvegera şehadeta bi dirûşmeya hate destpêkirin.

Meş ji stada Til Şeîr a navçeya Fafîn ber bi gundê Babnisê ve destpê kir.

Di meşê de, alên Kongreya Star, TEV-DEM, wêneyên têkoşer Zîlan, pankartên bi nivîsên "Hûn qirîna jinên Efrînê nabhîzn, ji guhertina demografî re na, jin binpêkirinên derheqê jin û zarokên Efrînê re na, ji paqijiya etnîkî re na, Erdogan kujerê jinan e û bi rihê Zilan, Avesta û Arînan em ê Efrîn rizgar bikin" hatin hildan û bê navber diûrşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê hatin berizkirin.

Meş li gundê Babinsê veguherî mîtîngê, li vir bi navê Koordînasyona Kongreya Star Zîlan Xebat axivî û ev tişt anî ziman, "Em şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şopdarên felsefeya Neteweya Demokratîk in. Bi sedan jin ji bo belavkirina fikrê wî çalakiyên fedayî kirin. Em soza şopandina xeta cangoriyên azadiyê didin."

Endama Kongreya Star a Kantona Şehbayê Rîhab Hebo jî binpêkirinên leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên derheqê jinên Efrînê şermezar kirin û diyar kir ku jinên kantona Şehbayê bi hemû pêkhateyên wê beşdarî pêngava Kongreya Star a ji bo piştgiriya Efrînê bûne. Rîhba her wiha got, "Bi rihê Zîlan, Barîn û Avestan em  ê dagirkeriyê têk bibin û Efrîn rizgar bikin."

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bû.

(bb)

ANHA