Şehîdên meha Hezîranê yên Tebqayê hatin bîranîn

Komîteya Karûbarên  Malbatên Şehîdan a Meclîsa Sivîl a Tebeqayê bi merasîmekê şehîdên meha Hezîranê bi bîranîn.

Şehîdên meha Hezîranê yên Tebqayê hatin bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê yên Tebqayê hatin bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê yên Tebqayê hatin bîranîn
Şehîdên meha Hezîranê yên Tebqayê hatin bîranîn
30 hezîran, 2018   17:25

TEBQA

Di merasîmê de bi dehan malbatên şehîdan, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Hamid El-Feric û Rewşen Hemê, Hevserokên Meclîsa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî û Şiyar Mihemed amade bûn.

Şehîdên meha Hezîranê yên Tebqayê;  Xalid El-Hemûd (Ebû Ereb), Abdullah Abdullah, Elî Ferhan û Mihemed Adil El-Ehmed (Mihemed Reqa).

Merasîm li avahiya akademiya Şehîd Xalid Îlêwî hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê Rêvebera Komîteya Karûbarên Malbatên Şehîdan a Tebqayê Îbtîsam El-Elî şehîd muxateb kir û got, "Lehengên azadiyê bi xwîne we em ê azadiya xwe bidest bixînin."

Ji fermandarên QSD‘ê Omîd Gabar jî axivî û anî ziman ku ew ê ji bo azadiya gelan û mafên gelê Bakurê Sûriyê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Asya El-Xerbî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Di merasîmê de her wiha dayika şehîd Ebû Ereb Xwla El-Mihemed jî diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilin e û bang li ciwanên herêmê kir ku tevlî QSD‘ê  bibin.

Di dawiya merasîmê de senevîzyoneke li ser kurtejiyana herçar şehîdan hate pêşkêşkirin.

(bb)

ANHA