Mayîneke çeteyan bi şivanekî ve teqiya

Mayîneke ku çeteyên artêşa Tirk a dagirke li gundê Qentera yê girêdayî navçeya Mabatayê bi cih kiribûn û bi şivanekî ve teqiya, di encamê de şivan jiyana xwe ji dest da.

Mayîneke çeteyan bi şivanekî  ve teqiya
Mayîneke çeteyan bi şivanekî  ve teqiya
30 hezîran, 2018   16:20

EFRÎN

Çavkaniyek ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê ji ajansa me re ragihand ku duh mayînek çeteyan bi welatiyê bi navê Arif Hisên Celo yê 50 salî ve dema ku pezê  xwe diçêrand teqiya, di encamê de Arif jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî din, çeteyên El-Cehba El-Şamiya ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker navenda tenduristiyê ya navçeya talan kirin û derman û alavên tê de dizîn.

(bb)

ANHA