Di teqînên li Efrînê rûdan de 36 çete hatine kuştin

Tora Çalakvanên Efrînê têkildarî teqînên ku berî du rojan li Efrînê rûdan agahî li ser tevna civakî belav kirin û hatiye diyarkirin ku di encama teqînê de 36 çete hatine kuştin û 58 çete jî birîndar bûne.

Di teqînên li Efrînê rûdan de 36 çete hatine kuştin
29 hezîran, 2018   19:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efrînê roja çarşembê teqîn rûdan û li gorî agahiyên Tora Çalakvanên Efrînê li ser toreya civakî belavkirine di encama teqînan de du leşkerên Tirk, zêdetirî 36 çete û niştgeh hatine kuştin û 58 çete û niştegeh birîndar bûne. Her wiha birîndar rakirine nexweşxanê Efrîn, Ezaz û Kilisê.

Li gorî agahiyan hatine belavkirin wesayetek (Van) û matorsiklêtek li çerxeriya Kawa hatine teqandin û di encamê de du leşkerên Tirk û 20 çeteyên ku endamên polîsên leşkerî ne, hatine kuştin.

Her wiha di erebeyeke ji şêniyên Efrînê ku niştîgehan jê standibûn bombe hatibû bi cih kirin û di encama teqîna bombeyê de 14 çete û niştîgeh hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên belav bûne rewşa hinek ji wan birîndaran giran e.

Li gorî çavkaniyên agahî dane Tora Çalakvanên Efrînê istixbaratên Tirkiyê dest danîne ser hemû kamereyan û lêkolîn dikin ku kî ev çalakî pêkanîne.

Her wiha navê hinek çeteyên di teqînan de hatine kuştin ku ketine destê Tora Çalakvanên Efrînê wiha ne: Cemîl Xolî, Abdulqadir Kibe, Raxib Şemsedîn û Omer Şaxorî ji Xûta Şerqî, Teysîr Neime, Ibrahîm Hîlal û Abdulkerîm Reilêto ji Til Rifet, Mihemed Hisên ji Minbicê, Abdulrehman Kenakir ji Dariya, Hisên Xalid Hecî ji Bezai, Ibrahîm Abdulkafî ji Babê û Ibrahîm Nehban ji Şêx Îsa.

(np)