Şêniyên Helebê: Me peyama xwe daye an serkeftin an serkeftin

Bi sedan şêniyên Helebê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Efrînê  ya li hemberî çete û leşkerên artêşa Tirk dagirker, daketin qadan û gotoin ku peyama me "An serkeftin an serkeftin e"

Şêniyên Helebê: Me peyama xwe daye an serkeftin an serkeftin
Şêniyên Helebê: Me peyama xwe daye an serkeftin an serkeftin
Şêniyên Helebê: Me peyama xwe daye an serkeftin an serkeftin
Şêniyên Helebê: Me peyama xwe daye an serkeftin an serkeftin
Şêniyên Helebê: Me peyama xwe daye an serkeftin an serkeftin
29 hezîran, 2018   19:04

HELEB

Bi wesîleya salvegera 22'yemîn a çalakiyan têkoşer Zîlan û bi armanca piştgiriya gelê Efrînê, li taxa Şêxmeqsûd meşeke girseyî bi pêşengtiya Kongereya Star hate lidarxistin. Hemû pêkhateyên taxê, Kurd, Ereb û Suryan tevlî meşê bibûn.

Meş ji pêşiya avahiya Kongera Star destpê kir û di nava kolanên taxê geriyan. Di meşê de, qirîna piştgiriya bi Efrînê re û domandina têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bilind dibû.

Li qada Şehîd Destîna axaftin hatin kirin. Bi navê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Rêvebera Buroya Jin a MSD'ê  ya Helebê Meysa Tecî axivî û got ku berxwedana jin ne tenê li Efrînê derket pêş, jinên Efrînê hêza têkoşîna xwe ji çalakiya têkoşer Zîlan û hevalên wê girtine û ev tişt anî ziman, "Me peyama xw daye, an serkeftin an serkeftin e."

Meys, di nava axaftinên xwe de banga piştgiriya Efrînê û li dijîderketina dewleta Tirk a dagirker kir.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

ANHA