Foca 4'emîn a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê avakirin

Li Akademiya Şehîd Yekta ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo avakirina foca 4'emîn, bi tevlîbûna 200 şervan " dewreyeke perwerdeyê hate destpêkirin.

Foca 4'emîn a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê avakirin
Foca 4'emîn a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê avakirin
Foca 4'emîn a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê avakirin
Foca 4'emîn a Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tê avakirin
29 hezîran, 2018   19:36

MINBIC

Li Akademiya Şehîd Yekta bi armanca avakirina foca 4'emîn bi navê" Şehîd Ebû Casim El-Bikarî" dewreyeke perwerdeyê bi merasîmekê hate hate vekirin.

Dewreya perwerdê ya 200 şervanî wê 45 rojan berdewam bike, tê de wê waneyên bîrdozî û leşkerî werin dayîn.

Bi dehan şervanên û fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di merasîmê vekirina dewreya perwerdeyê amade bûn.

Merasîm bi turenek leşkerî ji aliyê şervanên ku tevlî focê bûne ve dest pê kir. Piştre Berdevkê Fermî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û avakirinê focê li şêniyên Minbicê pîroz kir.

Şervan gotinên xwe wiha domand:" Piştî 2 salan ji rizgarkirina Minbicê weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicî niha em dikarin hêzên xwe ava bikin da ku parastina ax û gelê xwe bikin û her wiha li hember gefxwarinan bisekinin. Me ji tevahiya cîhanê re isbatkir ku em dikarin terorê tune bikin û parastina gelê xwe bikin, hêzên me soza şopandina riyên şehîdan weke Ebû Leyla, Ebû Emced û Ebû Casim ji bo parastina ewlehî û aramiya bajêr daye".

Piştî bi dawîbûna axaftinê, şervanan sond xwendin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Merasîm bi gerandina xelekên govendê ji aliyê şervanan ve bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku Şehîd Ebû Casim di pêngava rizgarkirina Reqayê şehîd bibû.

(şx)

ANHA