Piştî Hol û Erîşê îro li Şedadê buroya PYD`ê hate vekirin

PYD'ê xebatên xwe li herêmên nû hatin rizgarkirin berfireh dike, di hefteyekê de, piştî Hol, Erîşê, îro li navçeya Şedadê buroya xwe vekir.

Piştî Hol û Erîşê îro li Şedadê buroya PYD`ê hate vekirin
Piştî Hol û Erîşê îro li Şedadê buroya PYD`ê hate vekirin
Piştî Hol û Erîşê îro li Şedadê buroya PYD`ê hate vekirin
Piştî Hol û Erîşê îro li Şedadê buroya PYD`ê hate vekirin
29 hezîran, 2018   18:39

HESEKÊ

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca berfirehkirina xebatên xwe li herêmên başûrê Kantona Hesekê ku di demên dawî ji çeteyan hatine rizgarkirin, di nava hefteyekê de 3 buro vekirin. Piştî Hol û Erîşê îro li navçeya Şedadê jî buroya xwe vekir.

Vekirina buroyê bi merasîmekê pêk hat. Bi dehan şêniyên navçeyê di nav de endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û endam û rêveberên buroyên PYD'ê yên herêma Cizîrê tevlî merasîmê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan, Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen axaftin kir.

Hesen di destpêka axaftina xwe de vekirina buroyê li şêniyên navçeyê pîroz kir û geşedanên dawî nirxand û bal kişand ku li Sûriyeyê şerên dijwar rû didin, ev şer di encama itîfaqa hêzên navdewletî ye. Hesen got, "Hin komên çekdar li hin herêman hebûna xwe ya leşkerî bi dawî kirin. Van koman qebûl kir ku biçin herêmên din ên Sûriyeyê. Ev di çarçoveya guhertina demografîk a li Sûriyeyê de pêk hatiye. Ew hewl didin herêmên taybet bi xwe ava bikin."

Hevserokê PYD'ê Şahoz  Hesen di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku aloziya heyî encamên destwerdanên hêzên derve ye û di serî de dewleta Tirkiyê ye û anî ziman ku projeya demokratîk dê bi ser bikeve, tevî hemû hewldanên ku têne kirin, dê bi ser bikeve."

Buroyê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin

ANHA