Konferansa ciwanên Reqayê bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferansa Damezrîner a Ciwanên Reqayê û gundewarên wê bi encamnameyê bi dawî bû.

Konferansa ciwanên Reqayê bi encamnameyekê bi dawî bû
29 hezîran, 2018   16:30

REQA

Konferansa Demezrîner a Ciwanên Reqayê û gundewarên wê, piştî avakirina meclîsê û hilbijartinên hevserokên wê, bi encamnameyekî bi dawî bû.

Li gorî encamnameyê;

1-Rêjîma Baas di asta yekê de ji aloziya Sûriyê û rewşa gelê wê re berpirsyar e, em hesab jê bixwazin.

2-Bi armanca têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker û rizgarkirina Bakurê Sûriyê ji dagirkeran têkoşîn were kirin.

3-Ji bo têkbirina planên Îranê yên dagirkirina welatê me û talankirina xêr û bêra wê ku bi hevkariya Baas a xayîn tê kirin, têkoşînkirin.

4- Li dijî planên hêzên Ewropî yên mêtînger ên dizîkirina xêr û berhemenê welatê me têkoşînkirin.

5- Em spasiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin ku welatê me ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin û wekî hêza tekane ku gelê Sûriyê diparêze dibînin.

6-Konferansa me şehîdên şoreşa me bi bîr tîne.

7- Em bang li Konseya Ewlekariyê û Yekîtiya Ewropa dikin, bila dagirkeriya Tirkiyê ji Bakurê Sûriyê derxîne.

8- Li hemberî feraseta tarî ya DAIŞ a terorîst ku bandorê li ser beşê ciwanên civaka Sûriyê dike, têkoşînkirin.

9- Li hemberî diyaredeya belavbûna bikaranîna madeyên hişbiriyê û bê exlaqiyê ku bi armanca têkbirina kesayeta azad a ciwanan tê meşandin, têkoşînkirin.

10- Pêşxistina çalakiyên spor, çand û zanistê di nava ciwanan de.

11- Berdewama vekirina dewreyên perwerdeyê û zêdekirina hijmara akademiyan.

12-Rêxistinkirina xwendekaran û ciwanan di nava komîn û meclîsan de.

13- Li hember nelirêtî û bertîl û sextekariyê têkoşînkirin.

14- Ji bo kêmkirina bêkariyê û vegera ciwanên Sûriyê li ser xaka xwe, dê proje bêne amadekirin.

15- Em ê hesab ji Tikriyê, Rûsya û rêjîma Baas bixwazin ku bazirganiyê li ser çarenûsa gelê Efrînû Xûtayê dikin û hewl didin di navbera herdu gelan de nakokiyan derxînin.

(bb)

ANHA