Navenda Tenduristiyê ya Siwer dîsa dikeve xizmetê

Meclîsa bajaroka Siwer bi hevkariya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê piştî 7 salan Navenda Tenduristiyê ya bajaroka Siwer ji nû ve vekir.

Navenda Tenduristiyê ya Siwer dîsa dikeve xizmetê
29 hezîran, 2018   16:18

DÊRAZOR

Pişt bidawbûna xebatên sererastkirinê, Meclîsa Gel a bajaroka Siwer a bakurê Dêrazorê bi hevakariya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Navenda Tenduristiyê ku 7 salan ji xizmetê derketibû , careke din vedike. Navend ji bilî roja înê, rojane 24 saetan dixebite.

Li navenda tenduristiyê 2 bijîşk û 8 hemşîre dixebitin. Rojane 20 nexweşî pêşwazî dikin.

Her wiha pêwîstiya navenda tenduristiyê bi derman, aşle û erbeyên ambulansê heye. Li ser wê rêveberiyên Navenda Tenduristiyê bang li rêxistinên mirovahiyê kirk u alîkariyên ji bo navendê bişînin.

(şx)

ANHA