Bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest

Şêniyên Til Koçer, Girkê Legê û Dêrikê sersaxî ji bo malbata şervanê YPG'ê Hisên El-Fedawî yê di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûye, xwest.

Bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
Bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
Bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
Bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
Bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
Bi sedan kesî sersaxî ji malbata şehîd Zagros re xwest
29 hezîran, 2018   12:19

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Til Koçer û navçeyên Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG'ê Hisên El-Fedawî (Zagros) kir û sersasî ji malbata şehîd re xwest.

Konê sersaxiyê li bajarokê Til Koçer hatiye vedan. Kon bi wêneyên şehîdan û sembolên Bakurê Sûriyeyê hate xemilandin.

Di bin kon de merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê endamê Meclisa Navçeya Til Koçer Ebdulmecîd Ebulrehîm axivî û wiha got: "Şehîd di hemû olan pîroz in. Şehîd xwediyên rihê pak û pîroz in, bi berxwedana xwe herêmên Bakurê Sûriyeyê bûn herêmên herî ewle."

Ebdulrehîm di berdewama axaftina xwe de jî destnîşan kir ku dagirkeriya tirk bi hemû rêbazan êrîşî herêmê kir û destkeftiyên gelê herêmê binpê kirin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçer, Kongreya Star, PYD û malbata Şehîd Zagros jî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Di dawiya merasîmê de wêneyekî Şehîd Zagros diyarî malbata wî hate kirin.

ANHA