Çeteyan li Efrînê endamên komîteya xwe ya lihevkirinê kuştin

Şer û pêvçûnên di navbera komên çete yên li ser talanê de berdewam dikin. Komîteya ku ji bo du koman li hev bîne hatibû avakirin, di dema silhê de careke din nîqaş derket û derbasî pêvçûnê bû, di encamê de 3 endamên komîteya lihevkirinê hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Çeteyan li Efrînê endamên komîteya xwe ya lihevkirinê kuştin
29 hezîran, 2018   11:53

EFRÎN

Şer û pêvçûnên di navbera komên çete yên girêdayê dewleta tirk de berdewam dikin. Duh di (28’ê Hezîranê) li salona dawetê ya bi navê Jîn a navenda Efrînê, ji bo 2 komên çete yên bi navê El-Cebhet El-Şamiye û Lîwa Mutesim de ji bo ku li qada talanê serwer bibin, pêvçûn derketibû û ji her du aliyan kuştî û birîndar çêbûn. Ji bo ku her du kom li hev werin, merasîmek hate lidarxistin. Komîteya lihevkirinê ya hatibû avakirin, di dema merasîma lihevkirinê de dîsa di navbera endamên her du komên çete de nîqaş derketin û di demeke kurt de zivirî pêvçûna bi çekan. Di vê pêvçûnê de 3 endamên komîteya lihevkirinê hatin kuştin û 4 endamên komên çete jî bi giranî birîndar bûn.

Rojane bi dehan sivîlên ji Xûta û deverên din têne kuştin

Li aliyê din jî çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku ji ber pevçûnên ku her roj di navbera çeteyan de li Efrînê diqewimin, bi dehan sivîlên ku ji derve anîne û di Efrînê de bi cih kirine, têne kuştin.  Êdî ew malbatên ku ji derve hatine û di Efrînê de bi cih bûne ji ber vê rewşê bêzar bûne.

Hin malbatên ji Xûtayê hatine bi rêya nasên xwe yên çete hewl didin ji Efrînê derkevin.

Sedema pêvçûnên çeteyan çi ye?

Hat diyarkirin ku roj derbas nabe ku di navbera komên çete de pêvçûn dernekeve. Hat zanîn ku sedema van pêvçûnan ew e ku li navenda Efrîn, navçe û gundên wê komên çete ji bo talan, dizî û parvekirina xenîmetan nîqaşan dikin û ev nîqaş dibin sedema pevçûnan.