Dema ferzkirina danekirinên li ser Rûsyayê hate dirêjkirin

Rêveberên YE`yê di civîna xwe ya li Brukselê de li ser zêdekirina ferzkirina danekirinên li dijî Rûsyayê li hev kir.

Dema ferzkirina danekirinên li ser Rûsyayê hate dirêjkirin
29 hezîran, 2018   08:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna rêveberên Yekitiya Ewropayê (YE) ya li Brukselê de hate diyarkirin ku nîqaş li ser mijara Rûsya û Ûkranyayê û lihevkirinên Mînskê hate kirin. Lihevkirin li ser zêdekirina dema ferzkirina danekirinan a 6 mehan hate kirin.

Biryar wê li ser danûstandinên bazirganî bi banka, pere û enerjiya Rûsyayê re heta dawiya meha Çileyê were dirêjkirin.

Her wiha YE`yê ceza li ser nêzî 150 kesayetan birî ku piştî ku pereyên wan di bankayên ewropayî de sekinandin û di nav de serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî ferz dike û xistine lîsteya reş. Her wiha nikarin êrêkirina derbasbûna YE`yê jî bistînin.

(bx/ew)