Li ser başûrê Sûriyê digirîn, Efrînê jîbîrkirine

Nûnerên NY yê Sûriyê De Mistura li ser rewşa mirovaî ya li başûrê Sûriyê (Dera) digirî û rewşa gelê Efrînê qet bibîr nayîne.

Li ser başûrê Sûriyê digirîn, Efrînê jîbîrkirine
29 hezîran, 2018   08:16

EKREM BEREKAT / NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlekariyê ya NY'yê roja çarşemê 27'ê Hezîranê civînek lidar xist. Di civînê de nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Steffin De Mistura pêşnûmeyek derbarê rewşa mirovî li Sûriyê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir, lê qala rewşa şêniyên Efrînê yên ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê xwe li Şehbayê girtine û di şert û mercên zehmet de jiyan dikin, her wiha rewşa welatiyên li Efrînê ku rastî zulmê tên, nekir.

De Mistura di rapora xwe ya ku li pêşiya Konseya Ewlekariyê xwend got: "Ji ber rewşa meydanî û ihtîmala ku berfirhe bibe û bibe sedema aloziyeke mezintir em bi fikar in. Li ser vê yekê em ji Konseya Ewlekariyê dixwaz  ji aliyên peywendîdar dikin ku alîkariyê bikin û tedbîran ji bo başûr û rojavayê Sûriyê peyda bikin. Bi vê yekê jî hinekî ji êşa sivîlan û koçberkirinê re deynin, ji bo wekî buyerên Heleb û Xûtaya Rojhilat careke din dûbare nebin.

Balkêş e birêz De Mistura qet qala rewşa Efrîn û binpêkirinên ku derheqê sivîlan têne kirin nake. Behsa dizî, talankirin, revandin û êşkencekirina sivîlan ku ji aliyê leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tê nake.

Li gorî axaftinên De Mistura, şerê li başûrê Sûriyê berfireh dibe û ber bi aloziyeke mezintir ve diçe, di heman demê de rewşa li Efrînê û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji piraniya Sûriyê re ji nedîdtî ve hesab dike.

De Mistura di rapora xwe ya di Konseya Eewlekariyê de dibêje ku pêwîste çareserî û tedbîrên ewlekariyê ji rewşa li başûr-rojavayê Sûriyê re were dîtin, da ku êşa sivîl û koçberên ku hejkma wan zêde bûye kêm bibe. Lê di rapora xwe de qet behsa rewşa li Efrîna ku bibû wargeha zêdeyî 500 hezar koçberên ên ji  gelek herêmên Sûriyê ji ber şerê di navbera rêjîma Sûriyê û çekdarên navê opozisyonê lixwe dikin warê xwe terik kirin.

Tiştê bala mirov dikşîne ew e ku birêz De Mistura bûyerên Heleb û Xûta Rojhiat bibîr dixe, lê bi tu awayî balê nakşîne ser rewşa dagirkeriya Efrînê û binpêkirinên li wir hatin kirin. Wekî ku Efrîn ne beşek ji xaka Sûriyê ye.

Beriya civîna ku roja çarşemê li Cinêv hate lidarxistin, sê teqîn li nîvê Efrînê pêk hatin, her wiha ji ber şerêp di navbera komên çete de bi dehan welatiyên sivîl têne kuştin û birîndarkirin. Tiştê balkêş ew e ku di civînê de hîç behsa rewşa li wir ne hate kirin.  Berûvajî wê Berpirsê Buroya NY yê kordîneya karûbarên mirovî John Ging ê ku beşdarî civînê bibû di civînê de bal kişand ser rewşa mirovî ya zehmet li bakur-rojavayê Sûriyê û destnîşan kir ku rewş pir zehmete. Bi taybet jî bahesa Idlibê kir. Di heman demê de ida kir ku rewş li Efrînê baş dibe. Gelo Ging bi vê yekê dixwaze bûyerên talan, kuştin, guhertina demokrafî û rewşa zehmet a şêniyên Efrînê rewa nîşan bide.

Gelek caran NY û Konseya Ewlekariyê ji bo rewşên heyî dûalîtiyê dikin. Di mijarên mirovî de gelek caran hatine rexnekirin. Ev siyaseta ku Nûnerên NY yê Sûriyê De Mistura nîşan dide yekser bandorê li xeta çareseriya mirovî ya li Sûriyê dike, her wiha dualîtiya De Mistora û berpirsên NY ên derbarê rewşa mirovî de, meyla wan a ber bi aliyekî navdewletî û herêmê ku li ser hesabê rewşa mirovî nîşan dide. Ev yek jî herî zêde bandorê li xebatên çareseriya siyasî ya li Sûriyê dike. Bi taybet di vê dema ku ev sazî qaşo amadekariya destûra nû ya Sûriyê dixebite.

ANHA