Hiqûqnasên Bakurê Sûriyeyê: Siyaseta Tirkiyeyê li herêmê dagirkerî ye

Hiqûqnasên kantona Girê Spî diyar kirin ku siyaseta Tirkiyeyê li hemberî Bakurê Sûriyeyê siyaseteke "dagirkeriyê" ye û hewl dide fikten û tevliheviyên mezhebî û etnîkî di nava pêkhateyên herêmê de derbixîne. Hiqûqnasan piştrast kirin ku Tirkiye bi dagirkeriya xwe di axa Sûriyeyê de hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê dike.

Hiqûqnasên Bakurê Sûriyeyê: Siyaseta Tirkiyeyê li herêmê dagirkerî ye
29 hezîran, 2018   07:01

MEED SELÛM / GIRÊ SPÎ

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) hevdîtina hin hiqûqnasên kantona Girê Spî ya herêma Firatê kirin û nêrînên wan di derbarê siyasetên Tirkiyeyê li herêmê wergirtin. Endamê Komîteya Lêpirsîn û Gilîkarî ya Dadgeha Gel Muslim Mihemed diyar kir ku armanc ji siyaseta Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyeyê "dagirkerî" ye û dagirkirina wê ji herêmên bakurê Sûriyeyê û bajarê Efrînê jî nîşana vê yekê ye. Mihemed got ku çavbirçîbûna Tirkiyeyê di dagirkirina Minbicê de jî heye û êdî Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê herî zêde metirsîdar e û hewl dide fitne û tevliheviyên mezhebû û etnîkî di nava pêkhateyên herêmê de derbixîne.

Girêdayî gefxwarinên dawî yên Tirkiyeyê li dijî Minbicê Mihemed di axaftina xwe de wiha anî ziman: " bajarê Minbicê mînaka biratî û jiyana hevbeş e. welatiyên Minbicê bi xwe karûbarên xwe yên sivîl û leşkerî didin meşandin. Destwerdana Tirkiyeyê di karûbarên Sûriyeyê de qanûn û pîvanên navnetewî binpê dike û rêzdariyê ji sînorên dewletên cîran re nagire."

Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de çima Tirkiyeyê destwerdana xwe nekir?

Hiqûqnas di derbarê bêdengiya Tirkiyeyê di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Minbicê de pirsên xwe wiha anîn ziman: "Ev piştrast dike ku Tirkiye û DAIŞ'ê hevkarên hevûdu ne. dema ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar rizgar kir û radestî welatiyên wê kir û saziyên sivîl û leşkerî hatin avakirin. Vê yekê hişt ku Tirkiyeyê li hemberî rêveberiya xweser bi hêrs bibe û daxuyaniyên xwe dan ku destwerdana Minbicê bike. Nemaze ji ber ku biratiya gelan û jiyana hevbeş li Minbicê ne li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye."

A ku azadiya gelê xwe binpê dike ne pêkan e yên din azad bike

Mihemed di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye demokrasiyê îdîa dike û xwe weke welatê azadiyê nîşan dide, eşkere ye siyasetmedar, parlemanter û rojnamevan ji ber nêrînên wan ên ne li gorî AKP'ê û serokê wê Erdogan hatine girtin û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta ku siyasetmedar û rikberên siyaseta desthilatdar digire ti carî nikare azadiyê û demokrasiyê ji gelên din re peyda bike û aştiyê li dewletên cîran belav bike."

Gefxwarinên Tirkiyeyê amadekariya dagirkeriyeke nû ye

Dadger û Endamê Desteya Edaleta Civakî Mihemed Îsmaîl jî girêdayî heman mijarê axivî û diyar kir ku gefxawrinên Tirkiyeyê û siyasetên wê li hemberî herêmê amadekariya dagirkeriyeke nû li herêmê ye û wiha anî ziman: "Ala Tirkiyeyê ku li ser axa Sûriyeyê hatiye bilindkirin nîşana siyaseta dagirkeriyê ye û ev dagirkerî rastî bêdengiya civaka navnetewî tê."

Îsmaîl wiha domand: "Divê em weke gelê Sûriyeyê hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo derxistina dagirkeriyê tê bikoşin."

Du îrade nayên şikandin: îradeya Xweda û piştre îradeya gel

Hiqûqnas diyar kir ku siyaseta navnetewî li hemberî Tirkiyeyê windakirina demê ye û beşdarî windakirina welat dibe û wiha li axaftina xwe zêde kir: "gelek herêmên Sûriyeyê yên weke Cerablûs, Bab û Efrînê di bin bêrehmetiya dagirkeriya Tirkiyeyê de dijîn. Du îrade nayên şikandin; îradeya Xweda û piştre îradeya gel. Dema ku gel israr dike ti hêzên dagirker nikarin hêza îradeya wê bişkînin."

Erdogan hewl dide serdema Osmaniyan vegerîne

Dadgerê Dadgeha Gel a Girê Spî Casim Îsmaîl ji aliyê xwe ve diyar kir ku Erdogan bi van çavbirçîbûnên xwe li herêmê hewl dide serdema Osmaniyan vejîne û xwe di paş perdeya ola îslamî de veşêre.

Îsmaîl destnîşan kir ku li gorî madeya 60 a qanûn û belgeha Netewên Yekbûyî eşkere dibe ku destdirêjî dewletekê li dewleteke cîran an dagirkeriya dewleteke din qedexe dike. Erdogan qanûn û pîvnaên navnetewî binpê dike û ji bo dagirkirina axa Sûriyeyê çeteyan bikartîne û wiha pirsî: "Gelo kanî Netewên Yekbûyî li ku derê ye?".

Hiqûqnas diyar kir ku Tirkiye dê rastî bersiveke hişk were û wiha domand: "her çiqas dereng be çavbirçîbûna Tirkiyeyê û destdirêjiya wê li dijî axa me dê were çareserkirin. Em weke pêkhateyên herêm ti carî dagirkeriyê qebûl nakin."

Tirkiye di van demên dawî de gefa dagirkirina Minbicê li welatiyên wê dixwe û eşkere dibêje ku ew bi vê yekê bes nake û dê giştî axa Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Li hemberî wê hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi israr diyar dikin ku ew ti carî dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl naikin û Tirkiye hewl dide aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe.

ANHA