Şêniyên herêma Cizîrê têkoşer Zîlan bîr anîn

Têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) ku pêş 22 salan li hemberî zulma dewleta Tirk û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedayî li dijî leşkerên Tirk lidar xistibû, ji aliyê sedan şêniyên herêma Cizîrê ve hate bîranîn

Şêniyên herêma Cizîrê têkoşer Zîlan bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê têkoşer Zîlan bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê têkoşer Zîlan bîr anîn
Şêniyên herêma Cizîrê têkoşer Zîlan bîr anîn
28 hezîran, 2018   19:22

QAMIŞLO

Merasîmê bîranînê li hola Beylesan a navçeya Amûdê ji aliyê Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hate organîzekirin. Bi sedan şêniyên herêma Cizîrê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endama rêveber a Kogra Star Mizgîn Ehmed axivî û got:" Şehîd Zîlan ji bo azadiya hemû jin û gelên bindest û li hember kiryarên dagirkeriya Tirk di heqê gelê Kurd e çalakiya fedayî kir".

Mizgîn destnîşan kir û got ku, ji bo  avakirina welatekî azad pêwîstî bi fedakariyê heye û wiha domand, " Berxwedan û fedakarî heye roja me ya îro berdewam e. Şehîd Avesta li ser riya şehîd Zîlan meşiya û canê xwe kir agir û di nav dagirkera Tirk û çeteyên wê de xwe teqand".

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan Jînda Qamişlo jî axaftin kir û got ku têkoşer Zîlan bi çalakiya xwe ya fedayane komploya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala derxist û bû sembola jinên azadiyê.

Tê zanîn ku têkoşer Zîlan (Zêneb Kinacî) di 30 hezîrana 1996'an de bajarê Dersîmê yê Bakurê Kurdistanê li hember artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedayî kir di encamê de 18  serbazên Tirk hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Bi heman wesîleyê, li Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Dêrikê  merasîmek ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên herêmê beşarî merasîmê bûn.

(şx)

ANHA