Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin

Welatiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê sersaxî ji malbatên 13 şehîdên Berxwedana Serdemê re xwestin.

Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Serdemê re hate xwestin
28 hezîran, 2018   18:54

HELEB

Ebdulrehîm Dêrî (Seqir Sûrî), Hisên Fedawî (Zagros Heleb), Ebdulqadir Xuderî (Mezlûm Serbest), Şadî Reşo ( Dogan Mezlûm), Rizgar Beşîr Mamo (Dilsoz Heleb), Rêbar Hebo (Dijwar Xebat), Heysem Ehmed (Canşêr Efrîn), Ehmed Hesen (Doçka), Mihemed Elî (Egît Çiya), Mihemed Abdullah Moso (Mihemed Kobanê), Orhan Qiço (Fîda Welat), Mihemed Mihemed (Dêrsim Viyan) û Mihemed Yûsif (Mihemed) di navbrea 31'ê Çila û 8'ê Adarê de di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqûs ji bo her 13 şehîdan merasîmê sersaxiyê birêxistin kir.

Bi sedan şêniyên taxê, şervanên YPG û YPG'ê, endamên Hêzên Asayîşê, nûnerên partiyên siyasî û saziyê sivîl berê xwe dane cihê merasîmê û ji malbatên wan re sersaxî xwestin.

Merasîm bi rêzgirtinê û turaneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve destpê kir.

Di merasîmê de bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, YPG. YPJ'ê û malbatên şehîdên Berxwedana Serdamê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîne sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û girîngiya yekîtiya gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirkeran hat destnîşankirin.

Di axaftinan de, her wiha hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê û berxwedana gel a li hemberî dagirkeran ve vegotin. Hate gotin ku gelê Efrîn û şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî teknîka herî pêşketî ya duyemîn mezintirîn hêz di NATO'yê de berxwedaniyeke mezin dimeşînin, ev berxwedanî dê dîrok ji bîr neke, bingeha berxwedaniya ku xwe dispêre îradeya gel, tekez wê serkeve.

Axaftivanan, her wiha bêdengiya raya giştî ya li hemberî vê hovîtiyê dagirkeran şermezar kirin û bang li rêxisitnên mirovî hatge kirin ku erka xwe ya mirovî bi cihî bînin.

Malbatên şehîdan jî diyar kirin ku şehatdeta kurên wan cihê serferazî û şehnaziyê ye.

(bb)

ANHA