Li Xurmatû cenazeyên 8 kesan hate dîtin

Li navçeya Xurmatû ya Selahedînê cenazeyên 8 kesên ku ji berî 4 rojan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatîn revandin hatin dîtin.

Li Xurmatû cenazeyên 8 kesan hate dîtin
27 hezîran, 2018   16:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji berî 4 rojan ji navçeya Xurmatû ya Selahedînê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve 8 kes hatibûn revandin, îro canazeyên her heşt kesan bi kuştî hatin dîtin.

Berdevkê fermî yê Eniya bakûrê  Xurmatû yê Heşdî Şebî Elî Hisên El-Haşimî derbarê bûyerê de ji Rojnwsê re got,; "Ji berî 4 rojan çeteyên DAIŞ'ê li nêzî gundê Încane yê li ser rêya Bexda û Kerkûkê rêya hejmarek şofêr girt û piştî desteserkirin ber bi cihekî nediyar ve birin. Piştî vê revandinê îro li gundê Şefiq ê başûrê Xurmatû û beramber bajarokê Silêman Beg cenazeyê 8 welatiyên bi kuştî hatin ditîn. Ji berî ku werin kuştin dest û piyên wan hatine birîn û bedena wan parçe kirine."

Elî Hisên Elhaşimî eşkere kir ku ji bo cenaze werin naskirin, cenaze ji bo Tiba Edlî ya Xurmatû hatine şandin û got ku piştî lêkolînê derkete holê ku 6 jê Erebên Parêzgeha Kerbelayê ne û ji ber bedana du kesên din gelek hatine parçekirin nasnameya wan nehate diyar kirin.