PYD'ê li navçeya Erîşa buroya xwe vekir

Bi amadebûna bi dehan şêniyên navçeya Erîşa, endam û rêveberên meclîsa PYD'ê, Buroya PYD'ê li navçeyê hate vekirin.

PYD'ê li navçeya Erîşa buroya xwe vekir
PYD'ê li navçeya Erîşa buroya xwe vekir
PYD'ê li navçeya Erîşa buroya xwe vekir
PYD'ê li navçeya Erîşa buroya xwe vekir
27 hezîran, 2018   17:04

HESEKÊ

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi merasîmekê buroya xwe li navçeya Erîşa ya kantona Hesekê vekir. Bi dehan şêniyên herêmê, Hevserokên PYD'ê Eyşe Hiso û Şahoz Hesen, endam û rêveberên buroyên partiyê yên herêma Cizîrê tevlî merasîmê vekirina buroyê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê, Eyşe Hiso axivî û vekirina buroyê li şêniyên navçeyê û endamên partiyê pîroz kir.

Eyşe Hiso, bal kişand ku vekirina navendê di vê rewşa hestiyar de ku Rojava û Bakurê Sûriyê tê re derbas dib, gaveke pir girîng e û wiha pê de çû; "Hêzên dagirker, di serî de dewleta Tirk û çeteyên wê bi salan dijminahiya gelê me dike. Ji serketinên ku gelê Rojava û Bakurê Sûriyê bi saya xwîna şehîdan bidest xistine aciz in, ji lewra polîtîkeyên qirêj li hemberî gelê me pêk tînin, em ê bi riya vekirina buroyê xebatên xwe berfirehtir bikin, da ku karibin bi hev re ji aloziya heyî re bibin bersiv û bikarin jiyaneke li gorî Netewa Demokratîk bidin rûniştandin."

Eyşe Hiso, di berdewama axaftina xwe de, bal ku bi hevgirtin û yekîtiya gelan pîlanên dagirkeran têk diçin.

Piştî axaftinan, buro bi destê dayîkên şehîdan di nava dirûşmeyan de hate vekirin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk beriya çend rojan buroya xwe li navçeya Hol jî vekir.

(sx/bb)

ANHA