Şaredariya Kobanê rêyên bajêr qîr dike

Şaredariya Gel a Kobanê li gorî plansaziya ku di meha Gulanê de danîbû, hezar û 356 metre rêyên bajêr qîr kirin.

Şaredariya Kobanê rêyên bajêr qîr dike
27 hezîran, 2018   08:25

KEMÎRAN XOCE / KOBANÊ

Şaredariya Gel a Kobanê beriya cejna Remezanê hejmarek rêyên bajêr qîr kiribûn. Şaredariyê vê carê dest bi qîrkirina rêyên taxa Botan a rojhilat kir.

Tê zanîn ku ji ber lehiyên ku li Kobanê çêbûne, piraniya malên taxa Botan di bin avê de mabûn û rêyên taxê xirab bûn.

Şaredarî dê hemû rêyên taxa Botan qîr bike. Karkerên şaredariyê rojane di navbera 100 û 150 metreyan de rêyan qîr dikin.

Girêdayî mijarê şêwirmendê hevserokê Meclisa Şaredariyê ya Kantona Kobanê Salih Kurdî wiha got: "Hemû xebatên qîrkirinê di nav taxên bajêr de dimeşin û heta niha rêyên derveyî Kobanê hatine qîrkirin."

Her wiha Kurdî diyar kir ku ji bo xebatên qîrkirinê du werşe erkdar kirine; werşeya hilkirina qîrê û werşeya qîrkirinê.

Ji ber xirabûna rêyan ya zêde şaredariyê gelek astengî di pêkanîna kar de kişandin. Kurdî der barê vê mijarê de wiha got: "Hewcedariya me bi aliyata hilkirina qîra kevn heye, ji bo hilkirina qîra rêya Dibistana Keçikan, cadeya stasyona Mistefa Derwîş û her wiha rêya Cerablusê ji bajêr ta bajarokê El-Şiyûx. Dema aliyata hilkirinê peyda bû, wê demê şaredarî dê dest bi qîrkirina rêyan bike."

Her wiha ji ber zirarên ku gihaştina rê û xetên kanalîzasyona cadeya rojhilatê El-Berîd wê şaredarî projeyekê ji bo çareserkirina xetên kanalîzasyonê û qîrkirina cadeyê pêşkeş bike.

Kurdî diyar kir ku xebatên qîrkirinê li gorî mîzana meclisa şaredariyê dimeşin.

(şx/ew)

ANHA