Hejmara şagirtên peymangehê zêdetir dibe

Li Reqayê peymangeh 15`ê îlonê 2017`an vebû, her diçe hejmara şagirtan zêdetir dibe û heyanî niha 5 dewreyên perwerde vedibe.

Hejmara şagirtên peymangehê zêdetir dibe
Hejmara şagirtên peymangehê zêdetir dibe
Hejmara şagirtên peymangehê zêdetir dibe
Hejmara şagirtên peymangehê zêdetir dibe
Hejmara şagirtên peymangehê zêdetir dibe
26 hezîran, 2018   16:55

REQA

Peymangeha Reqa dewreya 5`emîn a Şehîd Îmad Mehawiş vekir û 31 şagirt ji Reqa û gundewarên wê tevlî dewreya perwerde bûn. Perwerde dê 40 rojî berdewam bike û dê waneyên îdeolojîk û pîşeyî weke raghandin û fêrbûyîna leptop werin dayîn.

Ji Rêveberiya Peymangehê Hisên El-Ebîd ji ajansa me ANHA`ê re axivî û got:˝ Şagirt baş tevlî perwerde dibin û daxwaza wan a pêşketinê heye˝.

Her wiha şagirtê Peymangehê Ehmed Kedûr jî got:˝ Destpêke ez di biryara xwe ya tevlîbûna dewreya perwerde ne zelal bûm lê belê ez niha bang li hemû ciwanan dikim ku werin peymangehê xwe qeyd bikin. Piştî çend salan em ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn û em niha bi rehetî têne perwerde kirin˝.

Şagirtê bi navê Ehmed Ebîd jî got:˝ Di civaka me de tu mafên jinê tinebûn lê belê ew jî niha tevlî perwerde dibin û em hatine peymangehê da ku xwe pêşbixînin û civakeke zanist ava bikin˝.

Şehîd Îmad Mehawiş ji herêma Kesrat a dikeve başûrê Reqarê. Şehîd Îmad yek ji şagirtên vê peymangehê bû û dema xebatên ciwanan li Reqa û gundewarên wê dida meşandin şehîd bû.

(np)

ANHA