Li Îranê esnafan daketin kolanan

Bi hezaran esnafên li Îranê ji bo protestokirina kêşeyên ekonomîk dikanên xwe girtin û daketin kolanan.

Li Îranê esnafan daketin kolanan
25 hezîran, 2018   13:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye, Li Sûka Mezin a Tehranê ji bo protestokirina kêşeyên ekonomîk, esnafan dikanên xwe girtin. Bi hezaran kesên ku kêşeyên ekonomîk protesto kirin sloganên ‘Em bi 10 hezar tumenan dolaran naxwazin,” “Dev ji Sûriyeyê berde, li rewşa me binihêre” berz kirin.

Duh jî esnafên Pasaja Çahar Sû ji bo protestokirina kêmbûna tumenan a li hemberî dolar, çalakiyek li dar xistibûn.

Serokkomar Hesen Rûhanî di meha Nîsanê de biryar stendibû ku ew ê dolar êdî 4 hezar û 200 tumen be û di piyasaya serbest de, kirîn û firotin qedexe kiribû.