Şêniyên Babê bang li QSD'ê dikin

Şêniyên herêma Babê gotin ku ew dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê yên li herêma wan qebûl nakin û bang li QSD'ê kirin ku herêmê ji dagirkeran rizgar bikin.

Şêniyên Babê bang li QSD'ê dikin
25 hezîran, 2018   13:47

SELWA EBDULREHMAN – ŞÎLAN MIHEMD / MINBIC

Hêrsa gelê Bakurê Sûriyê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê zêde dibe.

Bi sedan welatiyên herêma Babê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi dirûşma "Ji dagirkeriyê re na" daketin qadan.

Hejmareke welatiyên ku beşdarî xwepêşxandanê bûne derbarê dagirkirina Tirkiyê nerînên xwe ji ANHA'yê re anîn ziman. Welatiyan bang li QSD'ê kirin ku herêmên wan ji dagirkeran paqij bikin.

Hemîd Îlyas: Dewleta Tirk bê heq bajarê me dagir kir. Em dagirkeran li ser axa xwe qet qebûl nakin. Erdogan li herêmên dagirkirine rojane komkujiyan derqehê sivîlan dike û çeteyên wî milkên sivîlan didizin û talan dikin, dar û malên wan dişewitînin. Em dixwazin ku Hêzên Sûriyeya Demokrtîk herêma me ji çeteyên dagirkeriya Tirkiyê rizgar bike.

Ebdulhenan Hisên: Em dagirkeriya Tirkiyê bi tu awayî qebûl nakin, em bang li QSD'ê dikin bila herêmên ku Erdogan û çeteyên wî dagir kirine rizgar bikin. Erdogan dixwaze empratoriya Osmaniyan ku 400 salan Sûriyê hikum kir vegerîne.

Ilêwî Hesen: Bila Tirkiyê ji welatê me bicehme, sivîlan dikujin, direvînin û talankirinê dikin. Em dixwazin em xwe bi rêve bibe, di çarçoveya Rêveberiya Demokrtîk de, banga me li QSD'ê herêmê me ji çeteyên dagirkeriya Tirkiyê azad bike.

(bb)

ANHA