Fermandarê El-Qaîdeyê yê Dernayê hate kuştin

Çavkaniyên artêşa Lîbyayê diyar kir ku hêzên wan fermandarê El-Qaîdeyê ê bajarê Derna yê Lîbyayê kuşt.

Fermandarê El-Qaîdeyê yê Dernayê hate kuştin
25 hezîran, 2018   12:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlekariyê yên Lîbyayê diyar kir ku Artêşa Niştimanî ya Lîbyaym fermandarê El-Qaîdeyê yê Dernayê di pevçûnên beriya çend hefteyan li bajar rûdan de kuşt.

Televizyona Sky News Erebiye li ser zimanê çavkaniyên ji artêşa Lîbyayê got ku hêzên Lîbyayê fermandarê Meclisa Şûra ya Mucahidîn Derne û derdora wê (Rêxistina El-Qaîde) kuşt.

Fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter diyar kir ku di vê mehê de qonaxa duyemîn a rizgarkirina bajarê Dernayê ji komên çekdar, dane destpêkirin.