Gelê Kobanê şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anîn

Bi beşdarbûna şandeyên ji Bakurê Sûriyeyê û Şengalê bi sedan welatiyên kantona Kobanê Komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an bi merasîmekê bi bîr anî. Di merasîmê de sînevîzyonek ku ajansa me ANHA'yê der barê komkujiyê de amade kiribû, hate nîşandan.

Gelê Kobanê şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anîn
Gelê Kobanê şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anîn
Gelê Kobanê şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anîn
Gelê Kobanê şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anîn
Gelê Kobanê şehîdên 25'ê Hezîranê bi bîr anîn
25 hezîran, 2018   12:52

KOBANÊ

Merasîma bîranîna komkujiyê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê hate lidarxistin. Di merasîmê de endamên Koordînasyona Giştî ya Herêma Firatê Hemdan El-Ebid, Bêrîvan Hesen, Enwer Muslim û nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê beşdar bûn.

Merasîma bîranîna komkujiyê di bin dirûşma "Dêrsim, Helebçe, Şengal, Kobanê û Efrînê, ka em rê li pêşiya komkujiyan bigirin" de hate lidarxistin.

Kurteçîroka Komkujiya 25'ê Hezîranê

Îro sêyemîn salvegera Komkujiya 25'ê Hezîranê ye. Çeteyên DAIŞ'ê di wê rojê de karibûn ji bajarokê Sirrîn ber bi gundê Berxbatan ve derbasî bajarê Kobanê bibin. Her wiha komeke çeteyan a din jî bi rêya deriyê sînorê Murşidpînarê ji aliyê Tirkiyeyê li pêş çavên leşkerên tirk derbasî Kobanê bû û siwareyeke bombekirî teqand.

Di encama komkujiyê de bêtirî 200 welatiyên sivîl di çend saetan de şehîd bûn û di nava wan de gelek jin û zarok jî hebûn.

Welatiyên ku beşdarî merasîma bîranîna komkujiyê bûn, wêneyên 233 şehîdên komkujiyê bilind kirin.

Di merasîmê de endamê Koordînasyona Giştî ya Herêma Firatê Enwer Muslim axivî û destnîşan kir ku hikumetên herêmî xwest berjewendiyên xwe li ser hesabê xwîna gelên herêmê bidin meşandin û Erdogan herêmên Sûriyeyê ji bo berjewendiya xwe bi kar tîne.

Muslim di axaftina xwe de got ku hikumeta Tirkiyeyê destdirêjiya xwe li dijî mafên gelan didomîne û niha jî gefan li Minbicê û jiyana wê ya hevbeş dixwe. Nemaze piştî ku bajar ji destên hevkarên Tirkiyeyê DAIŞ'ê hate rizgarkirin.

Di merasîmê de li ser navê malbatên şehîdan Muna Osman axivî û destnîşan kir ku sedema komkujiyê nakokiyên di navbera aliyên kurdî de ye û bang li hemû aliyan kir ku nakokiyên xwe yên partiyî û berjewendiyên xwe yên teng bidin alî û li gorî berjewendiya gel tev bigerin.

Cîgirê Partiya Azad û Demokratîk a Êzidiyan Murad El-Xaltî di merasîmê de axivî û wiha anî ziman: "Şengal rastî 72 komkujiyan û fermanan hatiye. Lê dîsa jî em hebûna xwe diparêzin. Gelek welatiyên kurd li Şengalê şehîd bûn. Sedema vê yekê jî lawazbûna hevgirtina kurdan e. Lê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, niha em xwe bêtir bi rêxistin dikin da ku em rê li pêşiya komkujiyan bigirin. Divê hemû hêzên kurdî hevgirtina xwe xurt bikin û jiyaneke azad ji gelê kurd re ava bikin."

Di merasîmê de her wiha endamê Komîteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb got ku gelê kurd her tim li hemberî komkujiyan rû bi rû ye û got ku pirsgirêka herî mezin ew e ku yekitiya kurdan heta niha nehatiye avakirin. Hebîb bang li hemû aliyên kurdan kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo azadiya gel tê bikoşin.

Di merasîmê de ji aliyê pêkhateya turkmen ve Dr. Yaqûb Strak, hevserokê Meclisa Sirrînê Mihemed Selmo, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û endamê Koordînasyona Giştî ya Herêma Firatê axivîn û diyar kir ku azadiya gelên herêmê ne li gorî berjewendiya sîstemên desthilatdar li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Di merasîmê de sînevîzyonek ku ji aliyê ajansa me ANHA'yê ve der barê Komkujiya 25'ê Hezîranê de hatibû amadekirin, hate nîşandan.

Di dawiya merasîmê de tabloyeke têkildarî bîranîna komkujiyê radestî keçeke sêwî Aljîn Mihemed hate kirin ku bav û dayika xwe di komkujiyê de winda kirine.

ANHA