Desteya Wezîran a Iraqê ji bo dagirkeriya Tirkiyê civiya

Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li gel Desteya Wezîran civiya û ji bo pêşîgirtina êrîşan çend biryar girtin.

Desteya Wezîran a Iraqê ji bo dagirkeriya Tirkiyê civiya
25 hezîran, 2018   08:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê bê navber dewam dike, Li ser vê yekê Desteya Wezîran a Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî şevê din civiya.

Piştî civînê têkildarî naveroka civînê ofîsa Serokwezîrtiyê daxuyaniyek da û wiha hate gotin: “Têkildarî binpêkirina sînorên Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve nîqaşek berfireh hate kirin. Di civîna li ser dagirkeriya Tirk de ku Wezareta Parastinê, Parêzvanên Sînor, Wezareta Parastina Hewayî û Wezareta Derve yên Iraqê amadebûn, guftûgoyên giring hatin kirin.

Hemû cûrên êrîşên li ser xaka Iraqê em red dikin. Ji bo pêşîgirtina li derbaskirina sînor û êrîşên li ser xaka Iraqê çend rêze biryar hatin girtin.

Ji bo pêşîgirtina êrîşan wê xebat bên meşandin

Ji bo pêşîgirtina li binpêkirina sînoran bikaranîna rêbazên dîplomasî. Komîteya operasyona hevbeş û artêşê, komîteya îstixbarat û ewlehiyê ya Wezareta Parastinê, Şêwirmendiya Ewlehiya Netewî ya hêzên hindir û sînor têkildarî êrîşan demek herî kurt de wê rapor û pêşniyarên xwe amade bikin. Raporên bên amadekirin wê cardin bêne destgirtin.”