Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Dera bi pêş ve diçe

Hêzên rejîma Sûriyeyê bi piştgiriya hêzên ezmanî yên Rûsyayê li parêzgeha Dera ya li başûrê Sûriyeyê bi pêş ve diçe. Ev pêşketin piştî ku di raporan de hate gotin ku Amerîkayê ji çekdarên herêmê re gotiye ku ew beranberî êrîşên rejîmê parastina wan nakin, pêk tê.

Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Dera bi pêş ve diçe
25 hezîran, 2018   09:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên rejîma Sûriyeyê êrîşî beşa rojhilat a parêzgeha Derayê kir. Armanca artêşa Sûriyeyê ji êrîşa ku ev 5 roj e didome ew ku xwe bigihînin deriyê sînor ê di navbera Sûriye û Urdinê de.

Ajansa fermî ya rejîma Sûriyeyê SANA'yê diyar kir ku hêzên rejîmê li ser erdê pêşveçûnek mezin li herêma El-Caai û herêmên dîtir bi dest xistiye û got ku pêşketin herî zêde li gundê Cedl û herêmên rojhilatê parêzgeha Derayê pêk hatiye. Di herêmên navborî de ev 5 roj e şer bi dijwarî diqewime.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (Mersed Sûrî) jî der barê mijarê de got ku hêzên rejîmê xwe gihand bajarokê Besir El-Herîr ku wek baregeheke sereke ya komên çekdar ên opozîsyonê ye.

Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê di Sûriyeyê de roja 25'ê Hezîranê ragihand û got ku hêzên hikumeta Sûriyeyê û hin komên girêdayî Artêşa Azad bi piştgiriya hêzên ezmanî yên Rûsyayê êrîşa Cebhet El-Nusrayê ya li ser herêmên kêmkirina şer a li herêmên başûr bersivand.