Sewalvanên Reqayê bi gazinc in

Xwediyên lawir, masî û mirîşkan ji ber buhabûna êm û aşleyên sewalan bi gazin in û bang li Meclîsa Sivîl kirin ku alîkariya wan bikin.

Sewalvanên Reqayê bi gazinc in
Sewalvanên Reqayê bi gazinc in
Sewalvanên Reqayê bi gazinc in
Sewalvanên Reqayê bi gazinc in
Sewalvanên Reqayê bi gazinc in
25 hezîran, 2018   08:11

EMÎNE EL-ELÎ  / REQA

Ji ber sedemên cûda yên wekî belavbûna nexweşiyên sewalan, buhabûn û sextebûna cûreyên aşle û êmên sewalan, li Reqayê sewaldarî ya Reqayê zirar dîtiye.

Ji bo çareserkirina van pisgirêkan Komîteya Sewaldarî ya Reqayê dest bi çavdêrkirina dermanxaneyên sewalan (beyterî) kir û ji ber giliyên xwediyên sewalan ji bazarên bêserûber, komîte hewl dide bazarek daîmî çêbike.

Serokê Komîteya sewaldariyê Munzir Rifet derbarê mijarê wiha got: "Me ji bo 63 dermanxaneyên beytarî, 6 depoyên beytarî û 42 mirîşgehan re destûra vekirinê daye."

Sewaldarê bi navê Hemadî El-Hisên derbarê mijarê got: "Em ji Meclîsa Sivîl a Reqayê hêvî dikin ku bazarekî giştî li şûna gelek bazarên zêde ku hatine çêkirin, veke."

Bijîşkê Sewalan (beyterî) Ehmed El-Hisên jî li ser mijarê ev tişt anî ziman "Ji ber kêmbûna aşleyên sewalan û ji ber bazarên bêserûber nexweşiyên lawiran zêde bûne."

Xwedîkirina masiyan jî zirar dîtiye

Endamê komîteya sewaldariyê Mehmûd El-Hemzewî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Masîdarî ji ber şer, nêçîriya zêde û guhnedane nêçîrvanan ji şêwaza nêçîrê re zirar dîtiye. lewra em ê komîteyên çavdêriyê û nasandina nêçîriyê ava bikin".

Her wiha xwediyên meh, çêlek, mirîşk û masî bang li Meclîsa Sivîl a Reqayê kirin ku di peydakirina pêwîstiyên sewalan de alîkariya wan bikin.

(şx/bb)

ANHA