Washingtonê çekdarên başûrê Sûriyê agahdar kir

Washingtonê komên çekdar ên li başûrê Sûriyeyê agahdar kirin ku alîkariyeke leşkerî ji wê guman nekin, da ku li dijî êrîşa mezin a hêzên rejîmê derkevin. Rûsya jî sîwana ezmanî ji êrîşên rejîmê re li herêmê peyda dike.

Washingtonê çekdarên başûrê Sûriyê agahdar kir
24 hezîran, 2018   07:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Washingtonê komên çekdar ên başûrê Sûriyeyê ku alîkariya wê ya leşkerî li dijî êrîşa mezin a hêzên rêjîmê guman dikin, agahdar kirin ku ew destwerdanê nake.

Ajansa nûçeyan Reuters kopiyeke peyama Washingtonê ya ji fermandarên komên çekdar ên başûrê Sûriyeyê re weşand. Di peyamê de tê gotin ku hikumeta Amerîkayê dixwaze zelal bike ku "pêwîst e hûn biryarên xwe li ser gumana ku em destwerdaneke leşkerî pêk bînin, ava nekin."

Di berdewama peyamê tê gotin ku di biryardanê de mijar tenê girêdayî wan e ku dê çawa li hemberî vê hemleya leşkerî ya rejîma Sûriyeyê derkevin û li gorî nêrîna wan ji bo wan û gelê wan baştir e.

Di peyamê de her wiha ev tişt hatin gotin: "Em wek hikumeta Amerîkayê nas dikin ku rewşa ku hûn tê re derbas dibin, dijwar e. Hê jî em nêrîna xwe ji Rûsya û rejîma Sûriyeyê re dibêjin ku çalakiyeke leşkerî pêk neynin û ev yek binpêkirineke li herêmê ye."

Hin çavkaniyên komên çekdar diyar kir ku balafirên Rûsyayê di saetên derengiya şevê de bajarokek li başûrê rojavayê Sûriyeyê bombebaran kir.

Çavkaniyan ji Reuter re ragihand ku 2 navend tevgerên balafirên leşkerî dişopînin û herî kêm 20 êrîş li dijî Busra El-Herîr a bakurê rojhilatê bajarê Deraayê qeyd kirine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump alîkariya bi artêşa azad re li herêmên derveyî serweriya rejîmê kêm kir ku ajansa îstixbarata Amerîkayê çavdêriya pêşkêşkirina vê alîkariyê dikir.

Tevgerên dîplomatîk der barê başûrê Sûriyeyê de di navbera Rûsya, Amerîka, Urdinê û Îsraîlê de di van demên dawîn de zêde bûn. Tê gotin ku lihevkirinek pêk hatiye û li gorî wê Îran dê hêzên xwe paşve vekişîne û hêzên rejîmê jî dê pêşve biçin û serweriya sînorê di navbera Sûriye û Îsraîlê de bike.

Amerîka baregeheke xwe li herêma Tenef a stratejîk ava kiriye û Washingtonê dubare rejîma Sûriyeyê û hevkarên wê hişyar kirin ku eger ji baregeha Amerîkayê ve nêzîk bibe û beriya du rojan baregeheke rejîmê ya li nêzî wê herêmê topbaran kir.