Rêjîm li başûr pêşde diçe

Hate ragihandin ku hêzên Rêjîma Sûriyê piştî topbarana dijwar li başûrê Sûriyê pêşde diçe û du gund ji komên çekdar standin.

Rêjîm li başûr pêşde diçe
23 hezîran, 2018   13:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rêjîma Sûriyê ji roja sêşemê ve êrîşên xwe li ser gundewarên Deraya dijwar kiriye.

Li gorî AFP'ê li ser zimanê Mûdîrê Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman; "Hêzên Rêjîma Sûriyê piştî çalakiyên dijwar ku ji roja sêşemê ve destpê kiriye gundên Bustan û Şûmeriya yên gundewarên rojhilatê Derayê girtin."

Hate ragihandin ku topbarana herî dijwar li herêmên di navbera parêzgehên Dera û Siwêda de ye, bi taybet li gundewarên rojhilatê Dera û derdora rojavayê Siwêda.

Ajansa Nûçeyan a SANA'yê yê girêdayî Rêjîma Sûriyê jî ragihand ku "Yekîneyên artêşê pêş çend saetan şerê dijwar bi terorîstan re li herêma El-Lucat ya di navbera Dera û Siwêda kirin û pêşketinên mezin bidest xistin."

Li aliyekî din jî Wezareta Parastinê ya Rûsya jî got, "Zêdeyî hezar çekdarî ji Cebhet El-Nusra duh bi şev êrîşî pargehên artêşa Sûriyê li herêma kêmkirina şer li başûrê Sûriyê kirin." Û destnîşan kirk u di encamê de 5 leşker hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn.