Sûriyaya Pêşerojê bi ciwanên Tebqayê re civiya

Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji bo pênasekirina rola ciwanan di vê pêvajoyê de û erka dikeve ser milên wan bi ciwanên Tebqayê re civiya.

Sûriyaya Pêşerojê bi ciwanên Tebqayê re civiya
23 hezîran, 2018   14:38

TEPQA

Civîn li navenda civanan bi amadenbûna Serokê Buroya Rêxistinî ya Partiyê Menar El-Wehab û serokê buroya partiyê ya herêma Tebqayê Musena Semîr û bi dehan ciwanên hate liarxistin.

Piştî rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan, Serokê Buroya Sûriyeya Pêşerojê ya herêma Tebaqyê Musena Semîr axivî û balkişad li ser rola jinên ciwan a di Partiya Sûriyeya Pêşerojê de û anî ziman ku jin hêza dînamîk a civakî ye.

Semîr di nava axaftinên xwe de got, "Di nava 7 salên dawî yên şoreşa Sûriyê tenê kuştin, wêrankirin û koçberî para gelê Sûriye ye, ne rêjîm û ne jî opozisyon biserket. Ji bo çareserkirina aloziyê pêwîstî bi diyalogan Sûrî-Sûrî heye."

Semîr  di dawiya axaftinên xwe de bang li hevgirtinê li dijî dagirkeriya Tirkiyê kir.

(bb)

ANHA