Ciwanên Efrînê: Biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ji bo me perspektîf in

Ciwanên Efrînê diyar kir ku biryara Konferansa Rizgarkirina Efrînê ji bo wan perspektîf e û got ku dê di asta herî jor de ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê bidin meşandin, her wiha bang li hemû ciwanan kirin ku erka xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê pêk bînin.

Ciwanên Efrînê: Biryarên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ji bo me perspektîf in
23 hezîran, 2018   12:54

ŞEHBA

Ciwanên Kantona Efrînê yên li Şehbayê dimînin ku Yekitiya Ciwanên Rojava, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk nûnertiya wan dikin, li ber Meclisa Navçeya Ihrisê ya Şehbayê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna dehan ciwanan hate xwendin. Ciwanan alên Yekitiya Ciwanên Rojava, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk rakirin, her wiha pankartên bi nivîsên ‘Serî hilde’ û ‘Ji bo rizgarkirina Efrînê serî hilde’ vekirin.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endamê Koordînasyona Yekitiya Ciwanên Rojava Adil Feraşîn ve û bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Sporê Gulê Cimo ve hate xwendin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

"Di rewşa Sûriyê de ev 8 sal e bûyerên cuda pêk tên, her wiha hewldanên çareseriyê di valatiyê de digerin. Hêzên heyî belav bûn, di vê demê de gelek hevsengî li gorî berjewendî û hesabên aliyan hatin guhertin. Hêviyên gel ên ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê kêm bûn.

Destwerdanên hêzên derve di Sûriyeyê de zêde bûn, ev yek bû sedem ku alozî kûrtir bibe û derfetên çareseriyê, her wiha danûstandinên siyasî li ser xaka Sûriyeyê kêm bibin. Ev hemû pêşketin li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê pêk hat, guhertina demokratîk û komkujiyên mezin pêk hatin. Êşa ku di dîroka Sûriyeyê de wekî wê nebûye, pêk hat.

Li Sûriyeyê veguhastina ji qonaxa wekîlan a ber bi berjewendiyên dewletan ve pêk hat. Berjewendiyên dewletan hatin beranberî hev, di encamê de hevkariyên navdewletî pêk hatin û bûn sedema têkçûna çareseriyan. Di encamê de Ezaz, Bab, Cerablus, Idlib û Efrîn wekî nîşan in.

Gefên dewleta tirk a faşîst li ser katnona Efrînê derketin asta herî jor, bi hovane êrîşî Efrînê kirin. Di êrîşa xwe de hemû cureyên çekên giran ên leşkerî û pêşketî bi kar anîn.

Hêzên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê efsaneyên berxwedanê li dijî duyemîn hêza NATO’yê nivîsandin. Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi rihê demokrasiyê bi pêşgirtina gelê kurd pêk hat. Efrîn bi vê yekê bû qibleya hemû azadîxwazên cîhanê. Li vir xwîna berxwedanên anternasyonalîst bi xwîna hemû pêkhateyên herêmê re bû yek.

Di 18'ê Hezîranê de Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê berxwedana rizgarkirina Efrînê bilind bikin" pêk hat. Di konferansê de bal kişandin ser xetereya dagirkeriya tirk ji Efrînê re. Di konferansê de biryarên stratejîk wekî nexşerêya ji bo derxistina Efrînê ji destê dagirkeran hatin dayîn.

Li ser wê em wek ciwan vê konferansê wek perspektîf ji xwe re hesab dikin ku em amade ne berxwedana xwe ya di asta herî jor de ji bo rizgarkirina Efrînê bidomînin. Em bang li hemû ciwanên li hemû aliyên cîhanê dikin ku bi asta herî jor berpirsyariyên xwe yên dîrokî ji bo derxistina dagirkeriya tirk ji Efrînê pêk bînin. Her wiha Berxwedana Serdemê bidomînin.”

ANHA