Li Şeladizê êrîşa hewayî: 3 sîvîl hatin qetilkirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Bêzelê yê girêdayê bajaroka Şeladizê ya Başûrê Kurdistanê bombe kir. 3 sîvîl hat qetilkirin.

Li Şeladizê êrîşa hewayî: 3 sîvîl hatin qetilkirin
23 hezîran, 2018   12:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Li nûçeya Rojnews, Li gorî aghiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, welatiyên ji gundê Bêzelê yê girêdayî bajaroka Şeladizê ya navçeya Amêdiya Dihokê, bûn hedefa bombeyên balafirên dagirkeran.

Çavkaniyan ragihandin ku 6 welatî îro serê sibehê ji bajaroka Şeladizê bi armanca ku karê bax û baxçeyên xwe bikin, çûn gundê xwe Bêzelê.

Dema ku gundiyan di nava baxçeyan de kar dikir, balafiran di saet 09.30-10:00'an de ew bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 3 gundiyan jiyana xwe ji dest da, 3 jî birîndar bûn.

Piştî bombebaranê û agahiya jiyana xwe ji destdana gundiyan, welatî ji bo ku cenaze û birîndaran bigirin, çûn herêmê.