Şêniyên Girkê Legê: Qendîl keleha berxwedanê û gora dagirkeran e

Bi hezaran welatiyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi meşeke girseyî destdirêjiyên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên rojava û başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Şêniyên Girkê Legê: Qendîl keleha berxwedanê û gora dagirkeran e
Şêniyên Girkê Legê: Qendîl keleha berxwedanê û gora dagirkeran e
Şêniyên Girkê Legê: Qendîl keleha berxwedanê û gora dagirkeran e
Şêniyên Girkê Legê: Qendîl keleha berxwedanê û gora dagirkeran e
Şêniyên Girkê Legê: Qendîl keleha berxwedanê û gora dagirkeran e
23 hezîran, 2018   11:29

 QAMIŞLO

Bi hezaran welatiyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê ji hemû pêkhateyan û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û leşkerî li Qada Şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê kom bûn û beşdarî meşeke girseyî bûn. Welatiyan di meşa xwe de destdirêjî û dagirkeriya dewleta tirk a li herêmên Bakurê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo Berxwedana Serdemê ya Efrînê ragihand.

Welatiyan pankartên bi zimanên kurdî û erebî yên bi nivîsên wekî "Qendîl keleha berxwedanê û gora dagirkeran e", "Bi rihê Berxwedana Serdemê Minbic dê bi ser bikeve" hildan al û sembolên kurdî û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bilind kirin.

Meş li Qada Şehîd Xebat dest pê kir û ber bi Taxa Şehîd Dilo a bakurê bajêr ve herikî. Girse dûre beşdarî merasîma sersaxiya şehîd Hediye Hesen (Cûdî Rojava) bû, ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû û duh di merasîmeke bêcenaze de li Goristana Şehîd Xebat Dêrik şehadeta wê hate ragihandin.

Beşdaran dirûşmên şermezarkirina dagirkirina Tirkiyeyê li Efrînê û destdirêjiyên wê li dijî herêmên rojava û başûrê Kurdistanê qîriyan.

Li konê sersaxiyê girseya gel ji aliyê malbata şehîd û bi dehan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Li vir merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de li ser navê hêzên leşkerî endamê Hêzên Dîsîplîna Leşkerî Dilo Xanîka axivî û sersaxî ji malbata şehîd Cûdî Rojava û hemû malbatên şehîdan re xwest.

Dilo Xanîka di axaftina xwe de destdirêjiyên dewleta faşist a Tirkiyeyê yên li dijî herêma Minbicê şermezar kirin û got ku ew ê alîkarî û piştgiriya welatiyên Minbicê kirin, dê bi hemû hêz û derfetên xwe biratiya gelan biparêzin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê partî û hêzên siyasî daxuyaniyek ji aliyê endamê Rêveberiya Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê Mihemed Nasir ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de dagirkeriya Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê û herêmên Bakurê Sûriyeyê hate şermezarkirin. Her wiha tê de hate gotin ku dagirkeriya Tirkiyeyê hewldanên xwe ji bo valakirina Efrînê ji welatiyên wê yên resen berdewam dike û siyaseta guhertina demografîk li Efrînê dide meşandin û hewl dide xîlafeta osmaniyan vejîne.

Partî û hêzên siyasî bang li civaka navneteweyî kir ku van kiryarên dewleta tirk şermezar bikin û ji hêzên niştîmanî yên hemû pêkhateyan xwest ku yekitiya xwe li hemberî van êrîşên tûranîst ên faşîst xurt bikin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê Meclisa Herêma Dêrikê û Kongreya Star axaftin hatin kirin û tê de sersaxiya malbata şehîd Cûdî Rojava hate xwestin.

Li ser navê malbata şehîd Cûdî Rojava bavê wê Ednan Hesen axivî û spasiya hemû beşdarên merasîmê kir û soz da ku dê xeta şehîdan bişopînin.

Meş bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyeyê bi dawî bû. Merasîma sersaxiyê berdewam dike.

ANHA