ANHA'yê xeta di navbera şervanên Minbicê û artêşa tirk de şopand

Ajansa me tevger û geşedanên dawîn ên li deriyê Ewin El-Dadat ku xeta di navbera hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û artêşa tirk de ye, şopand.

ANHA'yê xeta di navbera şervanên Minbicê û artêşa tirk de şopand
ANHA'yê xeta di navbera şervanên Minbicê û artêşa tirk de şopand
ANHA'yê xeta di navbera şervanên Minbicê û artêşa tirk de şopand
ANHA'yê xeta di navbera şervanên Minbicê û artêşa tirk de şopand
ANHA'yê xeta di navbera şervanên Minbicê û artêşa tirk de şopand
ANHA'yê xeta di navbera şervanên Minbicê û artêşa tirk de şopand
ANHA'yê xeta di navbera şervanên Minbicê û artêşa tirk de şopand
23 hezîran, 2018   11:12

KAMÎRAN XOCE  - SELWA EBDULREHMAN / MINBIC

Piştî gefên dewleta tirk û itîfaqa di navbera wan û Amerîkayê de ku Enqere navê "nexşerê" lê kir, çavên her kesî li bajarê Minbic ê bakurê Sûriyeyê ye. Piştî daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk, fermandarê Hêzên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn Joseph Votel jî di nav de şandeykê roja pêncşemê (21'ê Hezîranê) serdana Minbicê kir, dikir.

Şandeya Amerîkayê tekez kir ku dewriyeyên Tirkiyeyê dê li ser xeta Çemê Sacûr li aliyê Cerablusê bigerin û dewriyeyên Koalîsyona Navdewletî jî dê li aliyê başûr xeta di bin serweriya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de bigerin. Ev yek dê bi armanca rêgirtina li ber binpêkirinan û derketina şer pêk were.

Di vê çarçoveyê de ajansa me (ANHA) berê xwe da deriyê Ewin Dadat ku 15 kîlometreyan dikeve bakurê Minbicê û rewşa xeta ku di navbera hêzên leşkerî yên Minbicê û artêşa tirk û çeteyên wê de li bakurê Çemê Sacûr şopand. Nûçegihanê me li wir tevgera li derî ya welatiyan şopand.

Baregeha Tirkiyeyê li ser Ewin Dadatê

Li bakurê derî baregeheke leşkerî ya Amerîkayê heye. Di wê baregehê de bi dehan panzer û leşkerên Amerîkayê hene. li bakurê Çemê Sacûr bi 2 kîlometreyan baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê heye.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ehmed Xelef der barê mijarê de got ku dewriyeyên artêşa tirk ava Sacûr derbas nekirine û ev tişt anî ziman: "Dewriyeyên wan li herêmên di bin dagirkiriya wan de digerin. Di heman demê de hêzên Amerîkayê li herêmê bi cih dibin û helîkopterên Amerîkayê jî li herêmê digerin."

'Benda dizî û talanê'

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku li nêzî baregeha Tirkiyeyê bendeke kontrolê ya çeteyên artêşa tirk heye û navê "Benda Hevbeş" di navbera komên çete de lê dikin û got ku ev bend li ser xebatên dizî û talanê disekinin û bacê ji welatiyên berê ji Minbicê yan ber bi Minbicê ve diçin, distînin.

'Em ê Minbicê biparêzin'

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil der barê mijarê de daxuyaniyek taybet da ajansa me (ANHA) û got ku ew wek Meclisa Leşkerî ya Minbicê destwerdana dewleta tirk û tu aliyên din qebûl nakin û got şêniyên Minbicê rêveberiya bajarê xwe di aliyê leşkerî û rêveberiya sivîl de dikin.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku ew ê parastina bajarê xwe ji hemû cureyên êrîşan bidomînin û dê rê nedin tu hêzan ku derbasî herêmên wan bibin.