Li El-Hudeyda fermandarekî hûsiyan dîl hate girtin

Çavkaniyên Yemenê da zanîn ku Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî fermandarekî hûsiyan li El-Hudeydayê dîl girt.

Li El-Hudeyda fermandarekî hûsiyan dîl hate girtin
23 hezîran, 2018   10:27

NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera hêzên Yemenê yên bi hevkariya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî û hêzên Ensarallah El-Hûsî de ku bi alîkariya Îranê tev digerin, li gelek parêzgehên Yemenê berdewam dike.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku hêzên koalîsyonê gelek êrîş li ser hûsiyan li nêzî El-Tehtiya pêk anîn. Her wiha alîkariyên ku ji parêzgehên Ab û Zemar re diçûn, armanc girtin.

Hate tekezkirin ku Lîwaya El-Emalîqe fermandarekî ji koma Ensarallah El-Hûsî yê bi nave Ebû Celal El-Riyamî li parêzgeha El-Hudeyda dîl girt. El-Riyamî dema ku dixwest bireve, li balafirgeha El-Hudeyda hate girtin.

Ajansa Saba ya Yemenê li gorî çavkaniyeke leşkerî da zanîn ku gelek çalakî di roja şemiyê de li parêzgeha Lehic rûdan û di encamê de herêma Dar Sîviyan, Çiyayên El-Sebed, dibistana Xalid, Çiyayên El-Beyadî û Çemê El-Hecma di cebheya Tor El-Baha de hatin bombebarankirin.

 (cu-ew)

ANHA