NY ji Rûsya xwest hêzên xwe ji Moldovayê bikişîne

NY roja înê biryarnameyek derxist û tê de ji Rûsyayê xwest ku hêzên xwe yên li Moldovayê bi cih bûne, ji herêmê vekişîne.

NY ji Rûsya xwest hêzên xwe ji Moldovayê bikişîne
23 hezîran, 2018   10:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Rûsya piştî hilweşîna Yekitiya Sovyêtê di sala 1991'an de, Rûsyayê hêzên xwe li herêma Transnistria ya Moldovayê ku şêniyên wê bi zimanê rûsî diaxivin, bi cih kirin.

Herêm niha bûye cihekî ji dema Yekitiya Sovyêtê ve alozî lê hatiye cemidandin lê xebatên pêkanîna aştiyê ji ber daxwaza vekişîna hêzên Rûsyayê beriya niha têk çûn.

Li gorî ajansa France Press, Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja înê biryarnameyek derxist û tê de xwest ku Rûsya hêzên xwe ji wir bikişîne. Biryar bi rêya dengdayînê pêk hat, ji 193 dengan 63 dewletan biryar erê kir, 15 dewlet li dijî wê derketin û 83 welat bê alî man.

Piştî dengdayînê Rûsya li dijî biryarê derket û rexne kir ku beriya dengdayînê danûstandin pêk nehatine.