NY banga rawestandina tundiya li başûr-rojavayê Sûriyê dike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterich banga rawestandina tundiya leşkerî ya li başûrê rojavayê Sûriyeyê kir.

NY banga rawestandina tundiya li başûr-rojavayê Sûriyê dike
23 hezîran, 2018   09:18

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stefan Dujarric diyar kir ku Antonio Guterich banga rawestandina tundiya leşkerî ya li başûrê rojavayê Sûriyeyê kir û wiha pê de çû: "Piştî ku hêzên rejîma Sûriyeyê êrîşên xwe yên li ser herêmên opozîsyonê zêde kirin, bi hezaran welatiyên sivîl berê xwe didin sînorê Urdinê. Sekreterê NY’yê jî der barê mijarê de bi fikar e, bi taybet ji êrîşên ku metirsiyê li ser ewlehiya herêmê pêk tînin."

Di demên dawîn de hêzên rejîmê herêmên başûrê rojavayê Sûriyeyê ku di bin serweriya komên çekdar de ne, bombebar kirin. Ev jî bû sedema ku peymana ku ew herêm wek herêmên kêmkirina şer bin, têk biçe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (Mersed Sûrî) da zanîn ku ji ber tevgera rejîmê ya leşkerî 12 hezar welatiyên başûrê Sûriyeyê koçber bûn.